EDENE - Di îddianameya belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê hatin girtin, Hakan Ergun jî di nav de, der barê 12 jê girtî 14 kesan hat amadekirin de, parvekirinên civaka medyayî û meşa di rê de ya Ergun wek delîlên sûcî hatin nirxandin.
Li Edeneyê, belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê hatin girtin, Hakan Ergul jî di nav de, di 10 tebaxê de 14 kes hatibûn binçavkirin. Îddinameya ku der barê 12 jê girtî, 14 kesan de hat amadekirin, j aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve hat qebûlkirin. Wê yekemîn rûniştina doza ku bi tawanbariyên wek "Endamê rêxistinê", "Propagandaya rêxistinê" û "Tehrîkkirina sûcî, pesindayîna sûc û sûcdar" hat vekirin, di 31'ê çileya 2017'an de bê dîtin.
JI PARVEKIRINÊNFACEBOOKÊ 'ENDAMTIYA RÊXISTINÊ'
Di îddianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat amadekirin de, hat dîtin ku kopyeya fezlekeya polîsa ye. Meqama îddiayê, di îddianameya der barê Hakan Ergun hatiye amadekirin de, parvekirinên wî yên der barê Mahmût Can Çakir ê hat îdiakirin ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin, wek unsûrên sûcî nirxand û Ergun bi "Tehrîkkirina sûcî, pesindayîna sûc û sûcdar" û "Endamê rêxistinê" hat tawanbarkirin.
'MEŞA DI BIN MOBESEYAN DE SÛC E'
Dîsa di îddianameyê de hat derpêşkirin ku, Ergun li Taxa Barbarosê ya navçeya Seyhanê ku li wir rûdinê û belavkariya rojnameyan dike, beşdarî xwepêşandanên bi şev bûye. Di îddianameyê de, li kolana tê re diçe malê jî, meşa wî wek delîla sûcî hat nirxandin. Wêneyekî ku ji mobeseyan hatiye girtin û ser çavên wî nayê naskirin jî, hat derpêşkirin ku ew Ergun e û li gel beşdarî xwepêşandanê nebûye jî bi "Ji bo peywir bi cih nede li ber xwe daye", "Ewlehiya trafîkê xistiye talûkê" û "Tehrîkkirina sûcî, pesindayîna sûc û sûcdar" tê tawanbarkirin.