REQA - Rustem Reqa yê ji destê DAIŞ'ê reviya û tevlî refên QSD'ê bû û li refên herî pêş ên operasyona "Xezeba Firatê" cih digire wiha got:"Ji bo em xakên Sûriyeyê azad bikin bi pêş ve diçin."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi "Xezeba Firatê" ber bi paytexta DAIŞ'ê Reqayê ve diçin, di rêya azadkirina bajêr de gund, mezrik û noqteyên stratejîk yeko yeko azad dikin. Bi hezaran ciwanên Sûriyeyî yên di nav refên QSD'ê de cih digirin, di refên herî pêş ên operasyonê de jî ciwanên Reqayî cihê xwe girtine. Ji van ciwanan hin jê bi heycana rizgarkirina bajarên xwe, hin jê jî bi heycana rizgarkirina malbatên xwe tevdigerin. Yek ji van ciwanan jî Rustem Reqa ye û diyar dike ku nêzî mehek berê ew li Reqayê ji dest DAIŞ'ê reviyaye. Reqa anî ziman ku, DAIŞ'ê îşkence lê kiriye û diyar kir ku, ew heycana çûyîna ber vî bajarê ku zilm û esaret lê dîtiye dijî.
MEŞA JI BO RIZGARKIRINA SÛRIYEYÊ
Reqa anî ziman ku, ew li Reqayê tevî malbata xwe diman û got, beriya mehekê ew ji destê DAIŞ'ê reviyane û rizgar bûne. Reqa diyar kir ku, ji bo ew bajarê xwe ji dest DAIŞ'ê derxînin tevlî QSD'ê bûye û got, ew zarokên vî bajarî ne, ji bo vî bajarî çi bivê ew ê bikin. Reqa dest nîşan kir ku, ji bo dawî li zilma DAIŞ'ê bê hemû gel û derdor bûne yek û wiha got:"Ji bo dawî li zilma DAIŞ'ê bê em hemû bûn yek. Ez ji destê DAIŞ'ê reviyam û min xwe xelas kir. Di bin zilma wan de me nikaribû bijayana. Îro di serî de kurd, ereb, suryanî û tirkmen, em hemû bûn yek. Ji bo em xakên Sûriyeyê rizgar bikin em bi pêş ve diçin."
ŞERÊ RÛMETÊ
Reqa dest nîşan kir ku, di serî gelên Sûriyeyê, divê hemû hêz piştevaniya wan bikin û diyar kir ku, ev mesele meseleyek azadiyê ye û wiha got:"Serê me bilind e, em ji bo rûmeta xwe şer dikin. Di demeke nêz de em ê têkevin her derê Reqayê. Em ê bajarê xwe ji wan bistînin. Û em ê bajêr teslîmî gel bikin."