ŞIRNEX - Dengbêj Salihê Şirnexî yê ku di qedexeya Silopiya de jiyana xwe ji dest da li pey xwe kilamên giranbuha hiştin. Her çend bedena wî çû jî stran û klamên wî bi awaza dengbêjên botanê ji nûve zindî dibin.
Di qedexeya derketina derve ya di 14'ê kanûna 2015'an de li navçeya Silopî ya Şirnexê hatî îlankirin de hem avahî hatin hilweşandin û hem jî welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Li gel van Dengbêjiya Botanê jî derbeyek mezin xwar. Di qedexeya Silopî de Dengbêj Salihê Şirnexî li gel nexweşiya xwe jî ji mala xwe derneket û dema li mala xwe neşxweş ket ji ber ku ambûlans nehat wî bibe nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Dengbêj Salihê Şirnexê çû ser dilovaniya xwe lê niha kilamên wî dijîn û dengbêjên hevalên wî di her koçkê de distêrin.
BERXWEDANA BÎŞENGÊ BI STRANEKÊ HUNAND
Salihê Şirnexî di diwanên gelê Botanê de bi sedan kilam stran. Di serpêhatiyek bi ser gel de hatibe jî gotin anîne ba hev û stran afirandîne. Dema di sala 1992'an de jina ciwan Bîşeng li Şirnex bi îşkenceyê tê qetilkirin Salihê Şirnexî strana, "Bîşenga min" a li ser qetilkirinê dinivîse û piştre jêre klîbekê jî amade dike.
TENÊ LI BER STRANÊN BAVÊ XWE Û SALIHÊ ŞIRNEXÎ RONDIKÊN MIN DIBARÎN
Dengbêj Abdûrahman Ogûz yek ji wan kesan e ku li ber guhdarkirina kilamên Salihê Şirnexî rondik barandine. "Dema Salihê Şirnexî stran digotin bavê min dihat bîra min û rondikên min xwe nedigirtin. Tenê dema Salihê Şirnexî û bavê min kilam digotin rondikên min dibariyan." Ev gotinên Ogûz jî nîşan dide ka gelê Botanê nirxek çawa winda kiriye.
DENGBÊJ DIHAT HEZKIRIN BÛ
Ogûz gelek deman bi Salihê Şirnexî re di heman dîwanê de kilam gotine û nav û dengbûna Salihê Şirnexî jî bi van gotinan, "Dengbêjek dihat hezkirin bû. Li herêmê her kesê ew ji dengê wî nas dikir. Çûna wî ji bo me gelekî giran bû û em gelekî man bin bandora wî de."
Ogûz herî dawî kilamek li ser Salihê Şirnexî got û bi vê stranê xwest bibêje dema Salihê Şirnexî nexweş ketiye tu kes bi hewara wî neçûye.
7 ROJAN ÎŞKENCE LI CENAZEYÊ DAYÎKA TAYBET HAT KIRIN
Dema mirov qala Silopî bike hema bêje ewil dayîka Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 rojan li erdê di kolanê de mayî tê bîra mirov. Li ser qetilkirina dayîka Taybet re salek derbas bû. Lê hêj jî dema zarokên wê devera ku lê hatî qetilkirin dibînin bîra 7 rojan tê bîra wan. Dema ku dayîka Taybet hatî qetilkirin û cenazeyê wê piştî 7 rojan rakirin Nexweşxaneya Şirnex keça wê Azîme cenazeyê dayîka xwe pêşwazî dike.
HERÎ DAWÎ MIN DAYÎKA XWE DÎT
"Ez her tim ji dayîka xwe dûr bûm. Dema hatî qetilkirin û anîn Şirnex min cenazeyê wê şuşt. Herî dawî min dayîka xwe dît û ez dibêjim ev diyariyeke Xwedê daye min." Her çiqas mirina dayîka wê zor be jî Azîme ji bo ku cara dawî dayîka xwe dibîne xwe weke mirovek bi siûd dibîne.