ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan ji bo piştgiriya gelê Şirnexê hat bajêr, diyar kir ku daxwazeke gelê Şirnexê ne ji dewletê ji gelê kurd e û wiha got: "Bajar hatiye rûxandin, lê gelê Botanê li ser piyan e. Divê em gelê xwe mohtacî dewletê nekin."
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîz Botan ku 3 roj in li Şirnex e û ji bo piştgiriya bi gel re ziyaretan dike çavdêriyên xwe yên li ser bajêr anî ziman û got: "Tiştên di dîmen û wêneyên xwiya dikir û tiştên min bi çavên xwe dît tu carî ne wek hev e." Botan destnîşan kir ku dibêje qey Bajarê Şirnexê di îstîlaya Mogolan re derbasbûye û wiha got: "Berî qedexe bê îlankirin ez li Şirnexê bûm. Şirnex pir xweş bû. Lê dema ez piştî qedexeyê hatim min Şirnex nas nekir. Hovîtiyek mezin hatiye meşandin. Herkes bahsa Helebê dike lê Şirnex ji Halebê bêtir hatiye wêrankirin. Şirnex ji nexşê hatiye rakirin. Dijminatî bi her awayî hatiye meşandin. Dîrok, çand, bîranîn, mîmarî hwd. hemû wenda kirin."
'EM GELÊ ŞIRNEXÊ MÛHTACÎ WAN NAK IN'
Botan diyar kir ku ablûkaya li hemberî Şirnexê hêj didome û axaftina xwe wiha domand: "Dewlet û AKP nahêlin alîkarî bê kirin. Komeleya me ya Rojava jî mohr kirin. Em nabêjin bila dewlet alîkariyê bike. Ji xwe gelê Şirnexê jî nabêje. Em bi xwe besî xwe ne. Em gelê xwe tu carî mûhtacî wan nakin. Ji xwe gel ji me re dibêje 'me muhtacî van dagirkeran nekin. Me bi tenê nehêlin. Dibe malê me hatibe rûxandin lê vîna me li ser linga ye. Tu carî vîna me desteser nekirin û nakin jî'. Bi rastî van gotinan hêz da me. Em tu carî wan bi tenê nahêlin. Botan dilê Kurdîstanê ye. Divê em alîkariyek xurt bidin gelê Botanê."
BANG PIŞTGIRIYA JI BO GELÊ ŞIRNEXÊ
Botan herî dawî li ser armanca dewletê ku dixwest demografiya Şirnexê biguhere rawestiya û wiha got: "Bi rastî dewletê ji bo gelê Şirnexê koçber bikin û Şirnex vala bike her tişt kir. Hemû derfetên xwe xist meriyetê. Lê gelê Şirnexê ev tişt hemû vala derxistin. Gelê Şirnexê li şehîdên xwe, bajarên xwe, rûmeta xwe xwedî derket. Ji ber vê yekê dewleta qirêj gelê Şirnexê ceza dike. Divê em dilê şoreşa gelê kurd Şirnexê li hemberî vê pergala qirêj bi tenê nehêlin. Divê 'bila werin serlêdana me, em tiştekî din naxwazin'. Her wiha em bang li saziyên navnetewî jî dikin. Bila werin Şirnexê vê hovîtiyê bi çavên xwe bibînin. Ambargoya aborî jî bila bi çavên xwe bibînin. Gelê Şirnexê çawa Şirnex neterikand, wê bajarê xwe jî bi xwe ava bikin. Bi rastî gelê Şirnexê bi sekna xwe moral da me û spasiya xwe pêşkeşî wan dikim."