ÊLIH - Parlamentera HDP'ê Besîme Konca, piştî ji doza dihat darizandin bi şertê kontrola edlî hat berdan, di heman rojê de ji ber îtîraza dozger li Amedê carekdin hat binçavkirin û hat girtin. Konca ligel ku ji dosyayekê tê darizandin dadgehê bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "endamên rêxistinê ye" du caan biryara girtina wê da.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca ku duh li Enqereyê hat binçavkirin û di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve dihat meşandin anîn Edliyeya Êlihê, piştî di saetên serê sibê de îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan. Konca, piştî serbest hat berdan û li Dadgeha Amedê doza Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel dişopand li ser îtîraza dozgerê Êlihê carekdin hat binçavkirin. Konca ku bi SEGBÎS'ê îfade da Dadgeha Amedê bi îdîaya "endama rêxistinê ye" û "propanagandaya rêxistinê kiriye" ji heman dosyayê du caran hat girtin.
'EZ BI GOTINÊN YAN BIÇE MUSILÊ YAN JÎ GIRTÎGEHÊ BIRIM'
Konca, di parastina xwe ya dadgehê de ev tişt gotin: "Ez îfadeya xwe ya sibê carekdin dubare dikim. Ez dadgeha we bi hiqûqî nas nakim û biryara ku hûn didin jî siyasî ye. Ji bo ez êş û keyfxweşiya gelê xwe parve bikim ez ê hertim li cem wan bim. Ez ji ber vê sedemê tevlî merasîmên cenazeyan bû. Piştî 7'ê Hezîranê heta niha dixwazin partiya min sûcdar bikin. Dema ez ji Amedê dibirim di wesayîtê de ji min re gotin biçe Musilê yan jî girtîgehê. Ez bi fîzîkî dikevim girtîgehê lê ez ê tu caran dest ji gotina tiştên ez dizanim bernedim."