3 jinên azad çûn berxwedan û hêvî hiştin

ŞIRNEX - Sêvê, Pakîze û Fatma beriya salekê îro rêya wan li Silopî gehişt hev, ji bo parastina gelê Sîlopya di ber xwe dan û hatin qetilkirin. 3 jinên azad her çend 3 dayîkên dil bi êş hiştin jî li pey xwe bawerî û şopa aştî, berxwedan, hevî û azadiyê hiştin.

Beriya niha salekê Silopî qedexeyek ku 37 rojan berdewam kir destpê kir û di vê qedexeyê de li gel dayîka Taybet, Sêvê, Pakîze, Fatma, Salihê Dengbêj, Mele Hesen Sanir ê 70 salî û Mehmet Mete yê 10 salî 26 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Di vê qedexeya 37 rojan de bi hezaran leşker û polîs bi tang û topan êrîşî 7 taxên bajêr kirin. Dema Piştî salekê mirov li bajêr dinêre birînên gel hêj germ in lê ji ber têkbirina polîtîqayên dewletê yên talan, wêran û koçberkirinê gel ji aliyekê ve serbilind e.

SÊVÊ, PAKÎZE Û FATMAYÊ DI NAVBERA HER SÊ MALBATAN DE PIREK AVA KIR

Di vê qedexeyê de 3 jin, 3 jinên têkoşer bûn sembola rêveberiyên cewherî yên ku li gelek bajarên Kurdistanê hatine îlankirin. Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir di vê qedexeya 37 rojan de hatin qetilkirin û li pey xwe 3 dayîk hiştin ku piştî salek derbas bûye jî hêj qetilkirina wan ango xatirxwestina wan bi awayek zindî di dilê her 3 dayîkan de ye. Her çiqas malbata Demîr li Manîsa, malbata Ûyar li Şirnex û malbata Nayir li Silopî be jî di nava her sê malbatan de pireke ku keçên wan raçandiye hatiye avakirin.

WÊNEYÊN PAKÎZEYÊ BI SERÊ ODEYÊ VE HATINE DALIQANDIN

Li odeya ku dayîka Pakîze, Behiye Nayir lê rûniştiye 2 wêneyên Pakîzeyê bi dîwêr ve hatine daliqandin."Ez ji te re çi bêjim. Pakîze ji zarokatiya xwe heya mezintiya xwe jiyana me li ser wê bû. Pakîze li malbata xwe dinêrî, li xwîşka xwe dinêrî." Piştî van gotinan keserek bi dilê dayîka Behiye dikeve. Roja ku Pakîze hatî qetilkirin tê bîrê û "23 rojan di nav tang û topan de ma.Şer bi dawî bûbû dema ku ji taxê derdiket bêyî ku her sê bê çek bûn jî hatin qetilkirin. Me ji televîzyonê bihîst ku hatine qetilkirin û me cenazeyê wan li Şirnex defin kir." careke din deng lê qut dibe.

Piştî 10 mehan, piştî ku qedexeya derketina kolanan a li Şirnex radine encax wê çavê malbat dikare biçe ser gora keça xwe. Weke her dayîkek kurd, dayîka Behiye jî naxwaze êdî xwîn birije ser vê axê û axaftina xwe bi, "Me hizûr divê, me aştî divê, me xweşî divê, me jî wek hemû gelên cîhanê wekhevî divê." Van gotinên aştiyane û rûmet bi dawî dike.

YADÊ HEQÊ XWE LI MIN HELAL BIKE

Piştî qetilkirina Fatma Ûyar bi çend mehan malbatê wê ji ber qedexeya li Şirnex koçber bûye û piştî 8 mehan careke din vegeriyaye mala xwe ya li taxa Bahçelîevler. Malbatê hêj mala xwe serûber jî nekiriye û dayîka Fatmayê, Xeyîç Ûyar qala telefona herî dawî keça wê jê re vekiriye dike, "Rojekê derengiya şevê li min geriya. Em hepkî axaftina û herî dawî got, 'Yadê ez ê tiştekî ji te re bêjim' Min ewil fam nekir. Dema got, 'Yadê heqê xwe li min helal bike' min telefon girt û rondikên min xwe negirtin. Wê şevê heya serê sibê rondik ji çavên min bariyan."

SED SAL JÎ DERBAS BIBIN EZ KEÇA XWE JI BÎR NAKIM

Dilê dayîka Xeyîç bi êşekê hesiyaye ku 24 saetan rondik barandine. "Wê rojê danê êvarê min bihîst ku 3 jin li Silopiya hatine qetilkirin. Cenazeyên wan jî niha li Şirnex li cem hev hatine definkirin. Hefteya borî jî malbata Sêvê û Pakîze hatin em bi hev re çûn ser gora wan. Sed sal din ez saxbin ez keça xwe ji bîr nakim." Dayîka Xeyîç jî weke dayîka Behiye hêviyên xwe yên ji bo aştiyê tîne ziman.

Hefteya borî jî dayîka Sakîne Demîr ji bo ku were ser gora keça xwe Sêvê Demîr ji Manîsa bi sedan kîlometreyan dûr berê xwe daye Şirnex. Beriya ku biçe ser gora Sêvê ewil malbatên Pakîze û Fatmayê ziyaret kirine. Dayîka Sakîne 3 wêne li diwarê odeya rûniştinê ve daliqandine. Wêneyê keça xwe, Pakîze û Fatmayê di wêneyan de jî her sê jin ji hev dûr nexistine.

BI QETILKIRINA SER SÊ JINAN DESTPÊ KUŞTINAN KIRIN

"Dewletê her sê jin ji xwe re kirin hedef û zarokên me qetil kirin. Ji Silopiya destpê kirin û bi Cizîr, Şirnex, Nisêbînê berdewam kirin." Dema ev gotin ji ser zimanê dayîka Sakîne rêz dibin hêrsa di dilê wê de hepkî jî be xwiya dike. Dayîka Sakîne li bendê ye ku derbarê kesên ku her sê jin qetil kirine de lêpirsînek were vekirin û nerazîbûna wê li hember bêdengiya rayedaran heye.

DAWIYA HER ŞEREKÎ AŞTIYEK HEYE

"Li bajarên me kevir li ser kevir nehiştin. Jin, zarok, ciwan û kalên 70 salî qetil kirin. Qey bi kuştinê xelas dibin? Çi dibe bila bibe dawiya vî şerî aştiye." Keça dayîka Sakîne di rêya berxwedana gelê kurd de jiyana xwe ji dest daye, bi salan li gel her zordariyê jiyana xwe berdewam kiriye li metropolên Tirkiyeyê. Lê dema gotina dawiyê tê ew jî qala aştiyê dike û dibêje ev şer encax bi aştiyê dikare raweste.