Profesorê bi feraseta cahîlan bawer dibe dê venêrtina YOK’ê bike

NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgirê Rektorê Zanîngeha Sebahattin Zaim Prof. Dr. Bulent Ari yê gotibû ‘Ez bi feraseta cahilan bawer im’ tayînî endamê venêrtina YOK’ê hat kirin.

Cîgirê Rektorê Zanîngeha Sebahattin Zaim Prof. Dr. Bulent Ari, di meha adarê de beşdarî bernameyek televîzyonê bûbû û têkildarî Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê gotibû ‘Ez bi feraseta cahilan bawer im’. Ari, piştî vê gotina xwe diyar kiribû ku ji bo gotina wî zerar nede zanîngehê îstîfa dike. Lê li gel vê yekê di 29’e mijdarê de Ari tayînî endamê venêrtina YOK’ê hat kirin û dest bi kar kir.
YÊN HERÎ TALÛKE MEZÛNÊN ZANÎNGEHÊ NE

Prof. Dr. Bulent Ari, di bernameyê de wiha gotibû: “Ez li vî welatî herî zêde ji feraseta kesên cahil û nexwendî bawer im. Yê ku welat li ser piyan bihêle kesên nexwendî û gelê cahil e.Ew van şaşiyan nakin. Kesên li Tirkiye xwendevan ji profesoran heta mezûnên zanîngehê kesên herî talûke ne. Yên nexwendî hişê wan tev li hev, yên zanîngeh xwendine hişê wan tev li hev û şolîy e.”