HDP dê bê serokwekilên komê rêya xe bidome

ENQERE - Rêxistina HDP’ê piştî 2 serokwekîlên Komê hatin girtin cihê serokwekîlan vala ma. Hat zanîn ku HDP dê bê serokwekîl xebatên xwe yên meclîsê berdewam bike.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî serokwekîlên Koma wê Îdris Balûken û Çaglar Demîrel hatin girtin, cihê Serokwekîlên Komê vala ma. Piştî Çaglar Demirel hat girtin, Serokên Koma Meclîsê Hevserokên HDP’ê hatin girtin. Di 4’ê mijdarê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş, Serokê Wekîla Koma HDP’ê Îdris Baluken hatibûn girtin. Tenê Çaglar Demîrel mabû. Demirel jî 2 roj berê hat binçavkirin û duh hat girtin. Piştî Çaglar Demîrel jî hat girtin cihê Hevserokên HDP’ê û Serokwekîlên Koma HDP’ê vala mka. Li gori kûlîsên di nava HDP’ê de hat diyarkirin ku dê kesekî tayînî şûna wan nekin û bêyî Serokwekîlên Komê xebatên xwe yên meclîsê berdewam bikin. Hat zanîn ku hemû parlamenter dê bi awayekî fîîlî li şûna wan xebatan bimeşînin.