Serhed di bin berfê de ma

COLEMÊRG - Berfa zêde ku ji hud ve li Colemêrgê dibare rêya 14 gund û 29 gundikan li çûn û hatine girt. Li Qersê jî rêyên 244 gundan hatin girtin. Li gelek bajarên herêma serhedê rê hatin girtin û herêm di bin berfê de ma.

Li navçe û navenda Colemêrgê berfa ji duh êvarê ve dibera bandora xwe li ser tevgera mirovan a jiyana rojane kir. Ji ber berfê rêya 14 gund û 29 gundikan hat girtin. Li hin cihan ji ber bahozê qezayên biçûk pêk hatin. Bilindahiya berfê li hin cihên gihişt metroyekê. Li navendê jî gihişt 10 santîman. Ji ber berfa zêde mesafeya hevdîtinê ket 10 metroyan. Ji bo vekirina rêyan komên girêdayî şaredarî û bejahiyê xebat didin meşandin

Li herêma Agirî, Erzirom, Qers, Erdexan, Mûş, Erzîngan, Muş û Igidê bi sedan gund di bin berfê de man û rêyên wan hatin girtin. Li Qersê bi giştî rêyên 244 gundan hatin girtin.