AMED – Bi pêşengiya saziyên wek DBP, HDP, KCD, TJA û saziyên civakî yên Amedê bi boneya tecrîta li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar bikin û agahî ji rewşa Ocalan bigirin dê sibê bi daxuyaniyeke girseyî çalakiyê pêk bînin. Saziyan banga tevlîbûna daxuyaniyê kir.
DBP û HDP, TJA, KCD û saziyên civaka sivîl bi boneya tecrîda ji ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan bê rakirin û agahî bên girtin dê bi daxuyaniyek girseyî çalakiyek girseyî pêk bînin. Daxuyaniya çapemeniyê dê sibê saet di 12.00’an de li ber avahiya rêxistina DBP’a Amedê pêk were û li bendê girseyek qelebalix tevlî bibe. Têkildarî daxuyaniyê Hevserokê rêxistina bajêr a DBP’a Amedê Zekî Baran axivî.
‘EM BI GUMAN IN’
Baran anî ziman ku ji ber tecrîtek girankirî li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan heye û agahî jê nayên girtin ew bi gumanin û got ku ev bû nêzî du salan tecrîtek zehmet li Ocalan tê meşandin. Baran destnîşan kir ku rakirina tecrîtê û hevdîtina li gel Ocalan tê wateya ku dê şer ji holê rabe û aşîtî pêk were û got ku ji bo tecrît rabe dê ew ewil li Amedê dest bi çalakiyan bikin.
BARAN BANG LI GELÊ AMEDÊ KIR
Baran banga tevlîbûna çalakiyê li gelê Amedê kir û wiha got: “Serokatiya me nirxê me ye. Xwedî derketina Serokatiya me çareserkirina pirsgirêka kurd e û ev xwedî derketin bi xwe re dê aşîtî û çareseriyê bîne. Em bi hêvî ne ku dê ev çalakiyên şikandina tecrîtê ji Amedê bi dengek bilind dest pê bike û li tevahiya Kurdistan û Tirkiyê belav bibe. Carek din em bang ji 7 salî heta 70 salî gelê Amedê dikin ku sibê saet di 12.00’an de li ber avahiya DBP’a Amedê amade bin.”