REQA- Hemûdê Mistefa ya minbicî, diyariya şervaneke YPJ'ê bandorê lê dike, tevlî refên QSD'ê dibe û ji wir jî tevlî operasyona Reqayê dibe. Mistefa wiha got:"Bi YPJ'ê re ez hay ji rewşa welat çêbûm û min ferq kir ku divê ez wek wan şer bikim."
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên bi berxwedana Kobanê dengê xwe ragihandin û bi pozîsyonên xwe yî li Sûriye û xakên Kurdistana Federe bala gelên dinyayê kêşan, bandorê li ciwanên Sûriyeyê jî dikin. Şervanên YPJ'ê yên ji bo piştevaniya meclîsa leşkerî çûn Minbicê, li wir kumek diyarî Hemûdê Mistefa ya minbicî dikin û Mistefa tevlî refên QSD'ê dibe. Mistefa a diyariya jineke YPJ'yî bandorê lê dike, di refên pêşî ên operasyona Xezebe Firatê de bi heycana "Paqijkirina Reqaym ya ji DAIŞ'Ê" şer dike.
YPJ BI BÎRA WÊ XIST
Mistefa ya ji erebên Minbicê ye, wiha behsa sedema xwe yî di nav vî şerî de kir:"Beriya vê ez pir bi şer re ne eleqedar bûm. Bûyereke bandor li ser min kir hebû. Beriya niha bi qasî salekê, hevaleke jin a YPJ'yî, kumek diyarî min kir. Bi vî awayî diyarî û nêzîkatiya jinekê zaf tesîr li ser min kir. Dawiyê hêdî hêdî hay ji rewşa welat çêbûm. Û min ferq kir divê ez wek wan şer bikim."
BANGA LI CIWANAN
Mistefa diyar kir ku, li Sûriyeyê têkoşîna azadiyê ya kurdan bandorê li wan kiriye û anî ziman ku, bi mîrateya ji wna re hatiye hiştin hedefa wan ew e ku Reqayê bi temamî ji DAIŞ'ê rizgar bikin û wiha got:"Ez bi wê mîrateya azadiyê ya ji me re hat hiştin ketim rê. Ev peyamek bû ji bo me. Min jî ew peyam wergirt û ji bo gelên me şer dikim." Mistefa got, divê di serî de ciwanên ereb, hemû ciwanên gelan tevlî pêngava azadiyê bibin û wiha bang kir:"Ji bo tunekirina feraseta çeteyan ez bang dikim. Heke em bi hev re tevnegerin, em dizanin em ê wisa di bin dagiriyê de bin. Ji ber vê yekê ez wek hevrêyekê, hevalekê, bang li her kesî dikm da şer bikin û em azadiya xwe bi dest bixin."