AMED - Polîsan cara sêyemîn bi ser Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle û Firatê ya ku bi KHK’ê hatibû mohrkirin de girtin û li hûndirê komeleyê lêgerîn pêk anîn.
Li navçeya Sûrê ya Amedê gelek polîs bi maşîneyên zirxî bi ser Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle û Firatê ya ku di 12’ê mijdarê de bi biryarnameya KHK'ê hatibû girtin de girt. Polîsan mohra li ser derî rakirin û ketin hûndir. Di hûnder de li hemû odeyên komeleyên lêgerîn kirin û polîsan derdorê jî xist dorpêçê û maşîneyên zirxî rawestandin.
Sedema serdegirtina komeleyê nehat hînbûn û xebatkarên berê yên komelê diyar kirin ku beriya niha jî polîsan du car bi ser komeleyê de girtine.