BEDLÎS - Li Bedlîsê Hevşaredarê Motkiyê Ozcan Bîrlîk, Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ugur û Hevşaredarê Yolalanê Felemez Aydin di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Li navçeya Kercewsa Êlihê jî hevşaredar Zaynep Oduncu û Abdulkerîm Kaya hatin binçavkirin.
Li Bedlîsê polîsan bi ser malên Hevşaredarê Motkiyê Ozcan Bîrlîk, Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ugur û Hevşaredarê Yolalanê Felemez Aydin de girtin ûher 3 hevşaredar hatin binçavkirin. Hevşaredarên ku hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.
Li aliyê din avahiya Şaredariya Motkiyê ji aliyê wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin û di avahiyê de lêgerîn pêk tê.
HEVŞAREDARÊN KERCEWSÊ HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Kercewsa Êlihê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirina malan de Hevşaredarên Kercewsê Zaynep Oduncu û Abdulkerîm Kaya yên ji peywirê hatibûn durxistin û li şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin û 12 kesên din hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinan ne hat zanîn û 14 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.