STENBOL - Parêzer û Rêveberên HDP’ê ji ber ku di bin çavan de îşkence li rêveber û endamên wan hatiye kirin li şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kirin ku dê têkildarî îşkenceyê li NY û CPT’ê gilî bikin.
Piştî êrîşa li Beşîktaşê li diji polîsan pêk hat 13 kes hatin binçavkirin. Di 12’ê Kanûnê de jî di operasyona li dijî endam û rêveberên HDP’ê de 37 kes hatin binçavkirin. 40 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin şandin TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, li gel endam û rêveberên ÎHD, OHD, ÇHD, EHD û gelek nûnerên saziyên sivîl têkildarî îşkenceya di bin çavan de li endam û rêveberên HDP’ê hatiye kirin li şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê.
Di civîna çapemeniyê de Hevberdevkê OHD'ê Prz. Sinan Zincir, diyar kir ku piştî li dijî endam û rêveberên HDP’ê operasyon pêk hat di bin çavan de jî îşkence zêde bû. Endama ÇHD’ê Prz. Ebru Timtik jî anî ziman ku di şer de jî kural û pîvan hene û pêkanînên li tirkiye tên kirin li tu welatî tune ye. Timtik, anî ziman ku tiştên li midûriyeta polîsan pêk hatiye li tu deran pêk nehatiye û wiha got: “Di bin çavan de îşkence tê kirin û hevalên me yên parêzer bûne şahidê vê yekê. Di 30 rojan de nikarin şopa vê îşkenceyê tune bikin. Bi çûna DMME û Ewropa pirsgirêk nayê çareserkirin. Rêya bi tenê berxwedan e. Em dê bi berxwedanê van zextan têk bibin.
Endama EHB’ê Prz. Gulhan Kaya jî anî zima nku muwekila wê Filiz Çolak rastî lêdana hişk hatiye û rastî lêgerîn û îşkenceya tazî hatiye. Kaya, anî ziman ku Çolak hem li nexweşxaneyê û hem jî li TEM'ê rastî îşkenceyê hatiye. Rastî lêgerîna tazî hatiye û wiha got: “Piştî ceyran hat girtin pêhn li pêsir û navtengên wê xist. Ji wan xwestine bibin sîxur. Xwestine li ser hev îfade bidin. Bi saetan rastî lêdana hişk hatine. “
Endamê HDP’ê Esen Guldemir ji anî ziman ku rêveber di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine û wiha got: “Ji ber hevalên me rastî îşkenceyê hatine em nikarin wan bibînin. Em nikarin agahî ji wan bistînin. Em ji rewşa hevalên xwe bi fikar in”
‘ JI BO ÎŞKENCEYÊ ŞERMEZAR BIKE ÎNTÎHAR KİR’
Rêvebara ÎHD’ê Prz. Gulseren Yolerî jî anî ziman ku îşkenceya di bin çavan de wan dixe nava fikaran û wiha got: “Li şirnexê girtiyek ji ber îşkence felç bû. Li ser ruyê wî şopa îşkenceyê hebû. Lê doktor rapora saxlem da wî. Piştî vê raporê girtiyê bi navê Beytullah Akil bi armanca îşkenceyê şermezar bike li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî.
Endamê OHP îbrahim Bilmez jî daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: “Polîsan piştî bi ser avahiyên HDP’ê de girtin, avahî tev wêran kirin û xistin halê ku neyê bikar anîn. Xemû xebatkar kirin hedef û avahî talan kirin. Di serdegirtina avahiyan û malan de 37 siyasetmedar hatin binçavkirin. Bi hinceta “KHK’ kesan binçav dikin û destûr nadin em wekî parêzer bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin. Hemû mafê me yê îtîrazê tê binpêkirin. Hafê me zagonî û mirovî tev tên binpêkirin. Dozgerê lêpirsînê jî dibe şirîkê heman sûcî.
Kesên tên binçavkirin ji mafê parêzer, doktor û hemû kesên din bêpar tê hiştin. Ger ku ev mafê wan neyê dayîn fikara îşkenceyê zêdetir dibe. Muwekîla me Filiz Çolak bi rojan e ji mafê xwe yê parêzer bêpar hat hiştin. Duh ez çûm Tem’ê ya Stenbolê kesên di bin çavan de bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceyê hatine. Jin rastî lêgerîna tazî hatine. Gefên tecawizê li wan hatiye xwarin. Îşkenceya herî giran li wan hatiye kirin.
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Bilmez, li dijî îşkenceya di bin çavan de û li dijî zextên li ser siyasetmedaran banga têkoşîna hevpar kir û xwest her kes li dijî van pêkanînên dij hiqûqî dengê xwe bilind bikin. Bilmez, bang li rayedaran kir û xwest demek berî demekê kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan û îşkenceya li ser wan bi dawî bibe. Bîlmez, anî ziman ku dê der barê kesên îşkence kirine û kesên çavê xwe ji îşkenceyê re girtine gilî bikin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrpa (DMME), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navneteweyî CPT bidin. Herî dawî Prz. Sînan Zîncîr jî anî ziman ku ew dê serî li NY û CPT bidin.