Ji bo îşkenceya di bin çavan de li NY û CPT’ê gilî kirin

STENBOL - Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, têkildarî îşkenceya ku li TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê li endam û rêveberên HDP'ê pêk hatiye li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navneteweyi CPT’ê gilî kirin.

Piştî li Beşîktaşê li dijî polîsan êrîşên bombeyî pêk hatin û 37 polîs 44 kesan jiyana xwe ji dest dan 13 kes cuda hatin binçavkirin. Roja dîtir polîsan li 26 bajaran operasyon pêk anî û 568 kes hatin binçavkirin. Di heman şevê de li Stenbolê jî polîsan bi ser malên HDP'î û avahiyên HDP'ê de girtin û 37 kas binçavkiribûn. Kesên hatin binçavkirin li TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan rastî îşkenceyê hatin. Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, têkildarî îşkenceya di bin çavan de li siyasetmedaran hatiye kirin li Neteweyên Yekbûyî û Saziya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) gilî kirin.