Polîsan bi ser wargeha xwendekaran de girt: 14 xwendekar hatin binçavkirin

WAN - Li Wanê polîsan bi ser wargeha xwendekarên zanîngehê de giritn û 14 xwendekar hatin binçavkirin.

Li Wanê polîsan bi ser Wargeha Xwendekaran a Zanîngeha Yuzuncu Yılê de girtin û 14 xwendekar hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirin xwendekaran ne hat zanîn û birin Midûryeta Polîsan a bajar.

Navê hinek xwendekarên hatin binçavkirin wihane: Mehmet Şerîf Kortak, Arjîn Bayrak, Necbullah Tograk û xwendekara bi navê Zîlan a ku paşnavê wê ne hat zanîn. Li aliyê din piştî li kambusê rageşî di navabera xwendekaran de derketibû û 12 xwendekara hatibûn binçavkirin. Ji 12 xwendekaran 11 hatin berdan û xwendekarê bi navê Recep Arslan hêjî li midûyeta polîsan tê ragirtin.