STENBOL - Sîmgeya Şerê Vietnamê Kim Phuc, têkildarî şerê heyî ji hemû kesên li Rojhilata Navîn bûne mexdûrê şer xwest ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin û ji şer re bêjin NA.
Mexdûr, şahid û sîmgeya şerê Vietnamê û Qasidê Nêta Baş ê UNESCO Kim Phuc, bi minasebeta 50'enîn sala hunerê ya bestekar, stranbêj, derhêner û nivîskar Zulfu Livanelî a li Odela Tarabya beşdarî konferansa bi navê "Jiyana xwe fedayî aştî û azadiyê kiriye" bû. Kîm ku beşdarî bernayê bû pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku wî pir êş ji şer kişandiye û ew naxwaze kesên din ji şer êşê bikîşinin. Kîng da zanîn ku dema ew zarokên di nava şer de demezin bûne û para xwe ji şer dîtine dibîne dilê wî dieşê û hêj dilê wî ji ber şer necebiriye. Kîm, destnîşan kir ku dema ew zarokên ji ber şer birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin dibîne bêtir dişkê û birînê wî kurtir dibin. Kim, ji her kesî xwest ku bi hemû hêz û dengê xwe li dijî şer bisekinin û bi hemû awaza xwe ji şer re bêjin na. Kîm, bilêv kir ku yê herî zêde êşa şer dîtiye ew e û ji ber vê yekê heta hêza wî heye dê li dijî şer ji bo aştiyê têbikoşe. Kim, xwest hemû kesên para xwe ji şer dîtine û bûne mexdûrên şer bibin yek û li dijî şer têkoşîna xwe bilind bikin.