Polîsan mohr şikandin û bi ser saziyan de girtin

AMED - Polîsan li Amedê mohrên saziyên ku bi biryara KHK'ê hatine girtin şikandin û bi ser avahiyan de girtin. Polîsan di serdegirtina Navenda Çandê ya Dicle Firatê û Navenda KURDÎ-DER'ê de lêgerîn kirin û pirtûk desteser kirin.

Bi biryarên KHK'ê li Tirkiye û Kurdistanê nêzî 500 komele û sazî hatin girtin û mohrkirin. Herî zêde komele û sazî li Amedê hatin girtin. Piştî sazî û komele hatin girtin û mohrkirin, polîsan li Amedê mohrên saziyên ku bibiryara KHK'ê hatine girtin şikandin û bi ser avahiyan de girtin. Polîsan di serdegirtina Navenda Çandê ya Dicle Fıratê û Navenda KURDÎ-DER'ê de lêgerîn kirin û pirtûk desteser kirin.