Parlamenterê HDP’ê Alican Onlu hat binçavkirin - LEZGÎN

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, li balafirgeha Esenboga hat binçavkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Ali Onlu li balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hat binçavkirin. Berê jî Hevserokên HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Serokwekîlên Koma HDP'ê Îdris Baluken û Çaglar Demîrel jî di navde 12 parlamenterên HDP'ê hatibûn binçavkirin û hatibûn girtin.