COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber berfa ji duh êvarê heta niha bênavber dibare, rêya Şemzînan-Geverê hat girtin.
Li navçeyen Şemzînan, Çelê û Geverê ya Colemêrgê ji ber berfa ku ji duh êvarî ve bi awayekî zêde bênavber dibare, jiyan rawestiya. Ji ber berfê rêya bi sedan gund û gundikan hat girtin û li navendê bilindahiya berfê gihişt 40 santimetreyî. Ji ber berfê li navçeya Geverê sibê jî dibistan ketin betlaneyê.
Her wiha hat zanîn ku, ji ber berfa zêde û bahozê rêya Şemzînan-Gever û Gever-Oremarê jî bi temamî hatiye bûye.