COLEMÊRG - Li gundê Kehê yê Colemêrgê di serdegirtina malan de 6 kes hatin girtin û Cîgirê Hevşaredariya Geverê Îdrîs Kûş ê 2 roj berê hatibû binçavkirin jî hat girtin.
Li Colemêrgê leşker bi ser gundê Kehê de girtin û 6 welatiyan binçav kirin. Hinceta binçavkirina 6 kesên navên wan nehatin zanîn, birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr. Her wiha Cîgirê Hevşaredariya Geverê Îdris Kûş ê 2 roj berê hatibû binçavkirin jî, piştî karên li muduriyeta polîsan ew anîn adliyeya navçeyê. Dozgeriyê bi hinceta “endamê rêxistinê ye” Kûş sewqî dadgehê kir û Kûş hat girtin.