ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê hikûmxawarê bi navê Emre Erdem rastî derbkirin û îşkenceya gardiyanan hatibû. Erdem, vê derbkirin û îşkenceyê bi raporê peyitand û serî li dozgeriyê da. Der barê serlêdana wî de, biryara peywirdarên cemaweriyê "peywira xwe bi cih anîne" û "cihê peyketinê tune ye."
Di 4'ê mijdarê de hikumxarê bi navê Emre Erdem ê tevî 30 hevalên xwe ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê sewqî Girtîgeha Jimare 2'yan a Şakranê bû, di nameya ji malbata xwe re şand de, pêkûtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê jiyane vegot. Erdem, nivîsand ku di 9 mehên ku li Kurkçulerê maye de, gelek caran rastî îşkenceya fîzîkî hatiye. Anî ziman ku, sergardiyanê bi navê Eyup H. gelek caran bi ser odeya wan de girtiye û rastî êrîşa koma gardiyanan a 15 kesiyî hatine.
Erdem pêkûtiyên jiyana wiha vegot:"Ez rastî êrîşa 15 gardiyanan hatim. Pişt re, gelek gardiyanan bi ling û çongên xwe pêl gewriya min kirine û min deqîqe û nîvekê nikaribû bêhnê bistîne. Gelek caran serê min li erdç xistin. Di wê kêliyê de tişta me karibû bike tenê berzkirina dirûşmeya 'çewisandin-îşkence nikarin me bitepisînin' bû. Dawiyê bi lêdanê ez ji odeyê derxistim. Li korîdorê îşkence domiya. Pêlkirina gewriya min, li dîwaran lêdana serê min domiya. 4-5 gardiyan hişk bi destên min girtin û pêl lingên min kirin. Gardiyanekî qelew hat got, 'temam e yan?' Yên din gotin, 'temam e.' Yê qelew bi awayekî tund bi çongên xwe pêl cihê gurçikên min kir. Bi reflekseke nişkave min xwe zîvirand. Gardiyanan dubare heman tişt kirin. Bi zor û heft bela min dikaribû bipirse, 'hûn çi dikin?' Gardiyanê bi çongê xwe nava min dieciqand got:'Tu fêm dikî? Ez gurçikên te dieciqînim.' Heta odeya bi sînger, bi xwêr ve îşkence domiya. Bêhneke genî jê dihat, li her derî pîsîtî, cendekên kêzikan hebûn. Piştî ez avêtim odeya bi sînger, bi demek kurt re min xwîn verişand, dilê xeliya û ji xwe çûm. Bi qasî 5-6 saetan li wir hatim ragirtin. Li 15 cihan şopên derb û îşkenceyê hebûn û bi vî awayî ez odeyê derxistim. Hîn mehek derbas nebû, di 3'yê îlonê de careke din serdegirtin pêk hat. Di dema mudaxileyê de gotin, 'hûn PKK'yî çawa dibe ku li hemberî dewletê serî radikin, em ê we hemûyan bikujin.' Li vir, careke din jî rastî îşkenceyê û heqaretên giran hatim. Dîsa ez avêtim odeya bi sînger û vê carê 9 rojan li wir hatim ragirtin. Dema ez şandim odeyê jî, vê carê li bedena min 12 şopên derban hebûn."
RAPORA DERBKIRINA HAT WERGIRTIN
Erdem, li dijî van bûyerên îşkenceyê ji revîra girtîgehê rapor wergirt û li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê gardiyanan kir. Lê belê, di pêy re gardiyanan jî bi îdiaya Erdem ji wan re gotiye, "Kûçikên faşîst", wan jî giliyê Erdem kir. Erdem ragihand ku, piştî 25 rojan ew çûye Saziya Tiba Edlî û dema çûye, hîn jî şopên îşkenceyê bi awayekî qismî dixuyan. Li Saziya Tiba Edlî jî têkildarî îşkenceyê, rapor ji bo Erdem hat dayîn.
TENÊ GILIYA GARDIYANAN HAT KIRARÎKIRIN
Lê belê, di vê maweyê de dozgeriya ku giliya gardiyanan kirarî kir, giliya Erdem jî red kir. Bi vî awayî der barê Erdem de, 36 lêpirsînên dîsîplînê hatin vekirin. Dozgerî der barê serlêdanên Erdem de îdiakir ku, peywirdarên cemaweriyê "peywira xwe bi cih anîn" û biryara "Li ser navê cemaweriyê pêkanîna cihê peyketinê (taqîbat) tune ye." Giliya gardiyanan jî veguherî dozê û hîn didome.