Şan: Komek nijadperest nikare têkoşîna me bişkîne

KONYA- Hevserokê HDP'a Konyayê Erol Şan êrîşa li dijî avahiya HDP'ê şermezar kir û got: "Komek nijadperest nikarin biryara têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bişkînin."

Piştî OHAL'ê bi her awayî siyaseta kurd hedef hat girtin; parlementer, hevşaredar û siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û girtin. Bi di demên dawî de, komên nijadperest êrîşî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyên Tirkiyeyê dikin, avahiyên HDP'ê dişewitînin û amûrên di avahiyan de tar û mar dikin. Duh li Konyayê komek nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê kirin, şewitandin û nivîsên nijadperest li ser diwarê avahiyê nivîsandin. Hevserokê HDP'a Konyayê Erol Şan bertek nîşanî êrîşa li dijî avahiya HDP'ê da û diyar kir ku, di dîrokê de heta niha êrîş li dijî gelê kurd tên kirin, lê gelê kurd tu caran serî li dijî van êrîşên nijadperest netewandiye û natewîn e.

'ÊRÎŞÊN BÊEXLAQÎ TÊN KIRIN'

Şan da zanîn ku, wan di saet 17:00'an de deriyê avahiya partiya xwe girtiye û wiha axivî:"Ji ber ku mala min dûrî avahiya partiyê ye, ez zû derketim û çûm malê. Hîn di ser re saetek sderbas nebû, hevalên min li min geriyan û gotin, êrîşî avahiya partiyê hatiye kirin. Ez derketim û hatim avahiyê. Dema ez hatim min lê nêrî ku hemû amûrên saziyê hatin şewitandin û sazî tar û mar kirine. Yên êrîşî avahiya me kirin, hemû tiştên ku li avahiyê, ji qata 3'an avêtine xwarê. Her kes dizane ku tehemûla tu kesî ji gelê kurd û saziyên kurd re nema ye. Ez vê bêexlaqiya li dijî partiya me û siyasetmedarên kurd pêk tên bi tundî şermezar dikim."

'EM LI HEMBERÎ VAN ÊRÎŞAN SERÎ NATEWÎNIN'

Şan diyar kir ku, komeke hejmara wan ji 300 kesî pêk hatiye, êrîşî avahiya partiya wan kirine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Komek nîjadperest bi berzkirina dirûşmên nîjadperestî ên wek 'Em li vir in hûn li ku ne', 'Allah û Ekber', 'em hemû tirk in' êrîşî avahiya me kirin, ketine avahiya me û hemû amûrên li avahiyê şewitandine. Bi şewitandina avahiyên HDP'ê tu kes nikare têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bişikîne. Armanca wan kesên ku tiştên kirêt dikin ev e ku gelê kurd bînin lîstikên xwe yî nîjadperest. Lê bila bê zanîn gelê kurd tu caran li dijî van êrîşan serî netewandiye û nehatiye lîstikên wan kesên nîjadperest."

'TEHEMÛLA WAN JI KURDAN RE NEMAYE'

Şan anî ziman ku, tehemûla dewletê ji gelê kurd re nemaye û axaftina xwe wiha domand: "Êdî bi awayekî zelal tê dîtin ku tehemûla dewletê ji gelê kurd re nemaye. Binêrên niha hevserokên partiya me û parlementerên me di girtîgehan de rehîn tên girtin.Yên ku hevserok û parlementerên me digirin niha êrîşî avahiyên partiya me dikin û avahiyên me tar û mar dikin. Ev jî nîşan dide ku, tehemûla tu kesî ji siyaseta me ya demokratîk û gelê kurd re nemaye. Lê bila baş bê zanîn ku, di dîrokê de heta niha me tu caran serî li hemberî desthilatdariyê netewandiye, heta ku dilopek xwîna me jî bimîne em ê li ber xwe bidin û teslîmî desthilatdariya nîjadperest nebin."

'GELÊ KURD BI PAŞ VE GAV NAVÊJE'

Şan anî ziman ku, dewlet laşên wan jî jêke dîsa jî serê wan li hemberî van êrîşan natewe û wiha domand: "Ew serê me li ser laşê me jêkin jî, dîsa jî em serê xwe li hemberî wan kesan natewînin. Her kes biryara gelê kurd a aştî û biratiyê baş dizane. Dibe ku îro parlementer, şaredar û siyasetmedarên me bigirin. Lê bi van girtin û binçavkirinan gelê kurd tu carî li hemberî politîkayên hikûmetê bi paş ve gav navêje û heta dawiyê dê siyaseta xwe ya demokratîk li vî welatî bidomîne."

'BILA HER KES HÊZA GELÊ KURD QEBÛL BIKE'

Şan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di dîrokê de heta niha gelê kurd ji bo mafê çand, ziman û hebûna xwe her tim têkoşiyaye. Gelê kurd, ne xerîbê van êrîşên derexlaqî ye. Bi salan e ev êrîş li dijî gelê kurd tên kirin, lê dîsa jî gelê kurd dev ji doza daxwaza azadiya xwe bernedaye. Komek nîjadperest nikarên gelê kurd bitirsînin. Bila bê zanîn sedema êrîşa li dijî gelê kurd ji tirsa wan kesan tê. Hemû kes êdî hêza siyaseta kurd û gelê kurd dizane û bila vê hêza kurd jî qebûl bikin. Gelê kurd ji bo mafê xwe gelek bedêl dan û ev bedêl dê di demek nêz de azadiya gelê kurd bîne."