Ji plazayan ber bi çandiniya alternatîf ve

ÎZMÎR- Malbata ekolojîst a Demîrbagê, ku di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a 2015'an de got, 'em ê jiyana pergal li me ferz dike nejîn' û bi vî awayî ji cihên xwe yî kar îstifa kirin, li Gundê Baglararasi yê Foçayê, li dijî çandiniya konveksîyonel çandiniya orgnaîk dikin.

Yonca û Erhan Demîrbag ê di sibata 2015'an de zewicîn û piştî zewacê bi 3 mehan di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ji cihê xwe yî kar ê Stenbolê îstifa kirin, li Gundê Baglararasi yê Foçaya Îzmîrê bi cih bûn. Yonca û Erhan Demîrbag ên gotin, "Em ê jiyana pergal li me ferz kiriye nejîn" û Stenbolê terk kirin, li cihê lê dimînin, li dijî çandiniya konveksîyonel, çandiniya alternatîf dikin.

LI DIJÎ ÇANDINIYA KONVEKSIYONEL, ÇANDINIYA ORGANÎK

Erhan û Yonca yên dema ji Stenbolê derdikevin, heta Foçayê li gundên ekolojiyê bi dildariyî dixebitin û di cotmeha 2015'an de li Foçayê bi cih dibin û li dijî çandiniya konveksîyonel, dest bi çandiniya organîk dikin. Bi piştevaniya Civata Ekolojiyê ya Gedîzê (GETTO), ji bo pêdiviyên civatê bi cih bînin, li dijî genimê kevneşopiyî yê komarê, genimê sorikî yê organîk diçînin û bi vî genimê hildiberînin re, pêdiviyên GETTO'yê yên arvan û bulxurî bi cih tînin.

HEMÛ BER TÊN BIKARANÎN

Li qadeke biçûk a baxçe, zebze û fêkiyan jî datînin û di beran de dermanên kîmyasalî û gubre bi tu awayî bi kar nayinin û her wiha berên bi dest dixin jî bikartînin. Bi havênê tirş î organîk ê hilberîna wan e jî, hilberîna nanê organîk dikin û berên hildiberînin di ser GETTO'yê re ji bo firotinê berpêş dikin û bi vî awayî hevsenga lêçûn û dahatê pêk tînin.

‘JIYANEKE DIN PÊKAN E'

Erhan Demîrbag got, berê tim pirsa "Jiyaneke din pêkan e?" jê dihat kirin û anî ziman ku, berê wî bi dudilî gav diavêt. Demîrbag anî ziman ku, wî jiyana ku pergal lê ferz kiriye bi nakokiyî dijiya û wiha got:"Li gor gelek mirovan, ev tişt piştî teqawîdbûnê tê kirin. Lê mesele ne ew e, mesele jiyaneke din e. Berê tim şik û gumanên me hebûn, jiyaneke me yî rûtîn li nav plazayan hatibû tengijandin hebû. Piştî pêvajoya Geziyê, me wê xaka mirî ji ser xwe avêt, paşê me biryara jiyana ku em dixwaizn bijîn da."

'EV KÊFXWEŞIYEKE CUDA YE'

Yonca Demîrbag jî anî ziman ku, ew di pêvajoyeke zehmet a xebitînê re derbas bûne û got, ceribînên wan î ewil bi piranî têk diçûn. Demîrbag got, bi demê re wan randiman wergirtiye û wiha dest nîşan kir:"Tabî heza manewî ya vê di tu tiştî de jî tune ye. Tu genim diçinî, tu her sibeh dibînî hinekî din jî mezin bûye. Ev kêfxweşiyeke cuda ye. Ji bilî vê tu bi awayekî xwezayî xwe xwedî dikî, dijî. Ev ji bo me girîng e, çimkî gelek mirov ji derve xwarin û nan naxwe. Em jî li GETTO'yê van pêdiviyan bi cih tînin."