Fermandarê Sotaroyê Gabrîel: Ji bo jiyanê em şer dikin

REQA- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sotariyê Kîno Gabrîel ê di eniyên pêş ên ber bi Reqayê de cih digire diyar kir ku, gelên suryanî û keldanî rastî komkujiyan hatine û wiha got:"Em hîn di bin van êrîşan de ne. Li dijî vana, ji bo em li ser piya bimînin, divê em şer bikin. Em jî vê dikin."

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (Sotaro) Kîno Gabrîel ê yek ji hêzên aktîf ên oeprasyona "Xezeba Firatê" ne dest nîşan kir ku, suryanî, asûrî û keldanî hîn jî di bin xetereya komkujiyan de ne û diyar kir ku, ji bo jiyîneke hevpar, wan di operasyonê de cihê xwe girtiye.

‘JI BO XIRÎSTIYANAN HÎN JÎ XETERE HEYE'

Gabrîel anî ziman ku, ew di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de beşdarî operasyonê bûne û got, bi dehan şervanên wan li eniyê ne. Gabrîel anî ziman ku, ew ji bo gelê Reqayê rizgar bikin şer dikin û got, armanca wan î din a beşdarbûna vê pêngavê jî wek "jiyana bi hev re, wê bi hev re bê avakirin'" anî ziman. Gabrîel dest nîşan kir ku, wan ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, wan dest daye hev. Gabrîel got, rol û rista wan li noqteya leşkerî dest pê kiriye û wiha axivî:"Em bi çekên xwe giran beşdarî vê pêngavê bûn. Komên me yî êrîşî di serî de, em li refên herî pêş ên eniyê ne. Em tevî hemû hêzan, gundan azad dikin û ji wir jî sivîlan rizgar dikin. Û em wan vediguhêzînin qadên ewle."

'JI BO EM XETERÊ DERBAS BIKIN ŞER DIKIN'

Gabrîel anî ziman ku, divê hemû gelê Sûriyeyê piştevaniya wan bikin û got, ciwan di serî de, ew bang li hemû derdoran dike. Gabrîel dest nîşan kir ku, bi salan gelên asûrî, suryanî û keldanî rastî komkujiyan hatine û wiha axivî:"Em hîn di bin van êrîşan de ne. Li dijî vana, ji bo em li ser piya bimînin, divê em şer bikin. Em jî vê dikin. Êdî dem ew dem eku, em van çeteyan ji xakên xwe bavêjin."