REQA- Şervanên reqayî yên ber bi Reqayê ve pêş ve diçin, wiha bang li hemşehriyên xwe kirin:"Em bûn yek û tên. Li benda me bin."
Şervanên reqayî, yên di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, beşdarî 2'yemîn merhaleya operasyona "Xezaba Firatê" bûn diyar kirin ku, ew ê Reqayê ji feraseta talanker rizgar bikin û wiha gotin:"Em bang li hemû gelê Reqayê dikin. Em tên. Li benda me bin."
'LI BENDÊ BE REQA EM TÊN'
Îbrahîm Ehmed diyar kir ku, ew ji bo gel û bajêrê xwe beşdarî operasyonê bûye û anî ziman ku, DAIŞ jiyanê li gelên wî kiriye jehr û ji bo sivîl û gel xisarê nebînin, ew bi baldariyî tevdigerin. Ehmed anî ziman ku, operasyona azabûnê ji bo reqayiyan hatiye destpêkirin û got, divê her kes vê baş bizanibe, pêşaniya wan azadkirina gel e. Ehmed diyar kir ku, ew ê Reqayê bi temamî azad bikin û wiha got:"Em bang li hemû gelên Reqayê dikin. Em tên. Em ne ji wan kesên ku talankeriya gel dikin."
ÊDÎ JI ZILM Û TALANIYÊ RE BES E
Şervanê bi navê Serxwebûn Tîşrîn ragihand ku, ew 20 sal e li Reqayê rûdinê û anî ziman ku, piştî DAIŞ'ê bajar dagirkiriye bi salekê, ew tevî malbata xwe ji neçarî bajar terikandine. Tîşrîn anî ziman ku, niha ji bo gelê xwe ji wan rizgar bikin ber bi bajêr ve diçin û diyar kir ku, piştî DAIŞ'ê bajar dagir kiriye, her tişt guheriye û ew her roj di bin zilmê de bûne û wiha got:"Êdî li Reqayê em naxwazin dîmeneke wiha bibînin. Hema bêje, bicihanîna pêdiviyên rojane ên mirvan jî hatine qedexekirin. Ji bo em vê feraseta talanker û qedexekar biqedînin şer dikin. Bila gelê me li benda me be. Em ê Reqayê ji DAIŞ'ê paqij bikin."
'EM BÛN YEK Û JI BO WE TÊN'
Ebû Mihemedê reqayî jî anî ziman ku, hin ferdên malbata wî û nasên wan di dest DAIŞ'ê de rehîn hatine girtin. Mihemed diyar kir ku, ev nêzî mehekê ye, ew tu agahiyê ji wan nagirin û ragihand ku, ew gav bi gav ber bi Reqayê ve diçin. Mihemed anî ziman ku, divê gelê Reqayê netirse û wiha domand:"Di demeke kurt de em ê xwe bigihînin wan. Û em ji vir bang li wan dikin. Yên wê têkevin Reqayê tenê ne kurd in, di heman demê de ereb, tirkmen, suryanî û gelek derdorên cuda ne. Ew ji bo we şer dikin. Îtibarê bi propagandaya hin derdoran neyînin."