Rojên xwe li ser gora zarokên xwe derbas dikin

ŞIRNEX - Li Cizîrê derbarê kesên ku di qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de jiyana xwe ji dest dane heya niha tu lêpirsîn nehatiye vekirin û malbatên wan kesan jî ji bo ku êşa xwe hindik jî be bikewînin rojên xwe li ser gorên zarokên xwe derbas dikin.

Malbatên kesên ku di qedexeya derketina derve ya 14'ê kanûna 2015'an de li navçeya Cizîra Şirnexê hatî îlankirin de jiyana xwe ji dest da salveger zarokên xwe bi gotinên: "Wan ji bo ax û welati xwe şer kir, em bi berxwedana wan serbilind in û em êtekoşîna berdewam bikin" bi bîr anîn. Li Cizîrê hîna birînên malbatan nû ne û hesreta zarokên wan birînên wan nakewînin.Li ser mirina van kesan re salek derbas bû lê hêj derbarê vê yekê de tu lêpirsîn nehatiye vekirin û malbat li bendê ne ku kujerên zarokên wan bên aşkerekirin.

XATRÊ XWE XWEST Û GOT DAYÊ ŞÎRÊ XWE LI MIN HELAL BIKE

Gelek Ciwanên Cizîrê ji bo ku hêzên dewletê nekevin taxên wan ji taxên xwe derneketin û bi hêz û îradeya xwe şer kir. Yek ji van ciwanan jî Abdulmecît Yanik bû. Yanik berî ku êrîş li Cizîrê pêk were 3 mehan li Kobanê cih girtiye û piştî ku zanî êrîşên dijwar li ser bajarê wî ne hate Cizîrê û taxa Yafesê de derneket. Yanik piştî ku 10 rojan bi rihêk fedaî şer kir jiyana xwe ji dest da.Roja ku Yanik jiyana xwe ji dest bide ji hevalên xwe re dibêje, "Werin em tiraş bibin xwe paqij bikin." Hevalên wî pirskirine çima em xwe paqij bikin wî jî gotiye, "Ger polîs me bikujin da nebêjin me 'terorîst' kuştin. Dema qedexe dikeve ser bajêr Yanik dayîka xwe himbêz dike û dibêje, "Dayê şîrê xwe li min helal bike." Û xatirê xwe ji dayîka xwe dixwaze. Dayîka Yanik jî wê roja ku ji kurê xwe xatir xwestiye heya niha wêneyê kurê xwe li ser singa xwe vedişêre û dema behsa kurê xwe dike destê xwe dibe singa xwe û wêneyê kurê xwe derdixe. Piştre wêneyê kurê xwe maç dike û çend rondikan dibarîne.

JI BO KU KERBA DILÊ XWE BIBÊJE ROJÊ 2 CARAN DIÇE SER GORA HEVJÎNÊ XWE

Haci Ozdal ê ku di merasîma cenazeyê birayê xwe Abdullah Ozdal da soza "Ez ê tola te hildim" daye û li taxa Yafesê li pişt barîkat û xendekan cih girtî jî di heman rojê li gel hevalê xwe yê herî nêz Abdulmecît Yanik jiyana xwe ji dest da. Ozdal li pişt xwe 5 zarok û hevjîna xwe hişt. Hevjîna Haci Ozdal, Mukades Ozdal piştî hevjînê xwe li gel 5 zarokan gelek zehmetiyan dijî. Hêzên dewletê piştî 2 kurên Mehmet Ozdal qetilkirin, piştî qedexê ew jî girtin. Jiyana malbata Ozdal zehmetir bû. Hevjîna Haci Ozdal ji bo ku barê ser milê xwe sivik bike û kerba dilê xwe ya tenêbûnê bibijê rojê du caran diçe ser gora hevserê xwe û ji wî ra diaxive. Car caran jî xwe ji hevserê xwe aciz dike dibêje "Ne destê min ji şûna xalên berxwedana te dibe ne jî ji zarokên te dibe."

2 BIRA DU BIRÎN

Li her malek Cizîra Botan birînek heye lê gelek malbatan jî 2-3 birînên wan hene. Yek ji wan malbatan jî malbata her du birayên di jêrzemînên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayî Egît Kuçuk û Adil Kuçuk e. Di salan 90'î jî du apên Egît û Adil ji hêla JİTEM'ê ve hatine windakirin. Dema mirov diçe mala Egît û Adil dîwarek wek muzeyê mirovî pêşwazî dike û wêneyên ku gelek ferdên malên ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayî hene. Di berxwedana Cizîrê de di nava 4 rojan de Nafya Kuçuk 2 kurên xwe winda dike. Dema dayîka Egît û Adil dixwaze her du kurên xwe cem hev defin bike hêzên dewletê destûr nade û Adil li Şirnex, Egît jî li Cizîrê defin dikin. Daxwaza dayîka Egît û Adil Kuçuk ew e ku gora her du kurê wê cem hev bin çawa ku berxwedanê de cem hev bûn dixwaze di gorê de jî cem hev bin.

HER KU DIÇE SER GORA BIRAYÊ XWE WÊNEYEKÊ DIKŞÎN E

Ciwanê bi navê Kasim Yanar ê ku di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dayî jî hevalên xwe bi tenê nehêla û heya dawiyê di jêrzemînê de li ber xwe da. Dema dayîka Kasim Yanar, Salîha Yanar behsa berxwedêrê xwe yê biçûk dike dibêje ku zarokên gelê kurd 40 sal in di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest didin, kurê min jî wek lawikên xelkê ye û ew tenê ji şewitandina kurê xwe re diqehire û digirî. Dayîka Kasim her kesî re dibêje ku kurê min bila neşewitiba, bila dema di kolanên bajêr de şer dikir jiyana xwe ji dest dabûya. Xwîşka Kasim Yanar a 10 salî Kurdistan Yanar her rojên pênçşemê diçe ser gora birayê xwe û li ber kêla Kasim wêneyêkê xwe dikşîne. Xwîşka Kasim hesret û xerîbiya birayê xwe bi wêne kişadinê arşîv dike.

DI DERHEQÊ KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎ TU LÊKOLÎN LÊPIRSÎN NE HAT KIRIN

Li Cizîrê bi dehan kesên sivîl bi awayek hovane hatin qrtilkirin lê heya niha derbarê mirina van kesan de tu lêpirsên nehatine vekirin û li gel serlêdana malbatan jî tu bersiv nehatiye dayîn. Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî ku parêzerê gelek malbatan e diyar kir ku bû salek lê hêj dewletê derbarê mirina van kesan de tu tişt negotiye. Elçî da zanîn ku heya niha derbarê vê mijarê de tu rêyên hiqûqî nehatine ceribandin lê ew ê weke parêzerê malbatan heya dawiyê şopdarê vê yekê bin û mafê gelê Cizîrê biparêzin.