ÎZMÎR - Li Qada Konakê li şûna yekane parka bajar avahiya Bag-Kurê ava dikin. Serokê berê yê Komîsyona Îmarê yê Şaredraiya Bajarê Mezin ê îzmirê Ertugrul Aksoydan, diyar kir ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Aziz Kocaoglu li pêş rantê ye. Serokê Odeya Plansaziya Bajar Tuncay Karaçorlu jî bertek nîşanî îmara li parkê da.
Bajarê Îzmirê her dem bi îmara li dijî cemaweriyê tê rojevê. Derdor û ekolojîstên Îzmirê diyar dikin ku avahiyên bilind û mezn ên tên avakirin, li dijî berjewendiyên civak û derdorê ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê li gel hemû bertek û nerazîbûnan niha jî li Qada Konakê yekane parka kesk xera dike û li şûna wê avahiya Bag-Kurê bilind dike. Plansazên Bajar, diyar kirin ku qada bajar a 8 hezar sal dîroka wê heye dikin qurbana berjewendî û rantê.
Serokê berê yê Komîsyona Îmarê yê Şaredraiya Bajarê Mezin ê îzmirê Ertugrul Aksoydan, diyar kir ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Aziz Kocaoglu li pêş rantê ye. Aksoydan, anî ziman ku di serdema wî de Bag-Kurê li Dadgeha Îdarî doz vekiribû û dadgehê biryar dabû ku park neyê xerakirin. Aksoydan, anî ziman ku berpirsiyarê vê yekê şaredar Aziz Kocaoglu ye û li pey rantê ye.
Serokê Odeya Plansaziya Bajar Tuncay Karaçorlu jî bertek nîşanî îmara li parkê da. Kocaoglu anî ziman ku tu carî meclîsê destûr neda ku ev park li îmarê vebe û destnîşan kir ku berpirsiyar û midûrê planê, serokê daîreya planê çima dengê xwe nakin û bertekên xwe anî ziman. Karaçorlu, bang li hemû ekolojîst, derdorparêz û gelê Îzmirê kir ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin.