Ji ber qedexeyan nikarin biçin gundên xwe

ÊLIH - Ji ber îlankirina qedexeyên li gundên Hezoyê, gundiyên nikarin biçin gundên xwe diyar kirin ku, ji ber qedexeyan berên organîk ên hildiberînin kêm bûne û xwestin demildest dawî li qedexeyê bê.

Walîtiya Êlihê di 25’ê cotmehê de li navçeyên Hezo û Sasonê 13 qadan wek “Herêma ewlehiya taybet” îlan kiribû û têketin-derketina gelek gundan hatibû qedexekirin. Ev qedex hîn jî didomin. Di nav gundên hatine qedexekirin, gundên Timoq û Dera jî hene. Gundiyên ku debara xwe bi berên li gund hildiberînin dikin ragihandin ku, ji ber van qedexeyan ew nikarin biçin gundên xwe, ji ber niakrin sewalvanî û çandiniyê bikin jî, heywanên xwe firotine û pêvajo bandoreke neyînî li ser wan kiriye.

'EV PINCAR TENÊ LI GUNDÊN ME TÊN GIHANDIN’

Bazarvanê 22 salan Ahmet Tûfan (58) ê li Hezoyê, li gel gihandina pincaran, li bazarê karê tuhafiyeyê dike û amûrên rihêlê difiroşe wiha got: “Pincarên ez digihînim, tenê li Gundê Derayê tên gihandin. Hem bi rengê hem hem jî bi tahma xwe, ji pincarên din cuda ye. Em pincaran li ser erd bi awayekî organîk hildiberînin û ji bo gihandina wan gubreyê xwezayî bi kar tînin.”

'JI BER QEDEXEYAN EZ NIKARIM BIÇIM GUNDÊ XWE’

Tûfan balê kişand ser rewşa aborî ya Hezoyê û wiha ragihand: “Ev 22 sal e ez bazarvaniyê dikim. Piştî min li bajarên cuda bazarvanî kir, ev 7 sal e jî li vir li Bazara Şemiyê bazarvaniyê dikim. Li vir karê me nebaş e û piştî qadên gundên me lê ne, wek herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin, rewşa me yî aborî û firotina me kêm bû. Wek Gundê Timoqê, em nikarin biçin Gundê Derayê jî. Em nikarin biçin gundê xwe. Dema em tên bazarê jî rastî venêrîna nasnameyan tên. Berî atrî bikeve divê em dezgehên xwe rakin. Êdî bi tenê bi qasî karibin pêdiviyên xwe rojane bi cih bînin, qezencek me heye. OHAL û pêvajoya pevçûnî zaf bandorê li me dike.”

'BI BERÊN DIGIHÎNIM DEBARA MALA XWE DIKIM’

Hama Kaya (55) jî diyar kir ku, ew 15 sala li zeviyên xwe bi hilberandina berên ew digihînin debara xwe dike. Kaya anî ziman ku, ji roja ku Gundê Timoqê wek “Herêma ewlehiya taybet” hatiye îlankirin nikare biçe gundê xwe û wiha axivî: "Li Gundê Timoqê li zeviyê xwe bi hilberandina nebatên wek giyagewrik, cehterî û mengîcekê, ku min havînan diçand û zivistanan li Bazara Şemiyê difirot debara malbata xwe dikir. Li gel vana min dims, mast jî difirot. Lê belê niha bi tenê nêviyê vana jî nafiroşim. Hevjîna min nexweş e. 7 zarokên min hene. Ez bi xwe li wan dinihêrim.”

'JI NEÇARÎ MIN HEYWANÊN XWE FIROTIN’

Kaya diyar kir ku, ew berê li gund bi sewalvaniyê re bilî dibû, lê belê ji ber li îlankirina qedeyên li herêmên bejahiyî yên Hezoy, leşker destûra çûyîna gund nadin û wiha domand: "Ji seba qedexeyan, ji be rêdî em niakrin sewalvaniyê bikin, ji neçarî min heywanên xwe firotin. Dixwazim demildest dawî li pêvajoya pevçûnî bê û her tişt bibe wek berê. Ez ji vê pêvajoyê bi fikar im.”