ÊLIH - Li gelek gundên girêdayî navenda Êlihê, xwendekarên dibistana navîn dawiya hefeteyê li pişta wan bi kîloyan barê pirtûkan û bi kîlometreyan rê dimeşin.
Qursa dawiya hefeteyê ya Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî ya Êlihê dide xwendekarên dibistana navîn, ji dêvla fêdeyê gelek xesarê dide xwendekaran. Li Gundikê Qirê her çiqas dibistan heye jî, lê ji ber tunebûna mamosteyan xwendekar bi pergala veguhastinê diçin dibistana Gundê Mozgelanê ya 2 kîlemtre û nîva dûrî gunde. Xwendekar, ji bo dawiya hefteyê biçin Gundê Mozgelanê, di sar û seqemê de ji neçarî bi peya rêya bi kend û kosp a 2 kîlometre û nîvî dimeşin. 10 xwendekarên her dawiya hefteyê vê çîleyê dikêşin, di dema çûyînê de gelek talûkeyan jî diqevêzin.
'DEMA BERF BIBARE EM NIKARIN JI MALÊ JÎ DERKEVEIN’
Xwendekarên Gundikê Qirê gotin, bi sarbûna hewayê re ew diçûnhatina dibistanê de gelek zehmetiyan dikêşin û wiha dibêjin: “Hundurê hefteyê dolmîş çawa me dibe û tîne, divê dawiya hefteyê jî me bibe. Heke sibê dusibe berf bibare, ne ku bi peya çûyîna dibistanê, em nikarin ji malê jî derkevin.”
Hat zanîn ku, heman rewş ji bo gelek xwendekarên gundên hawirdorê jî têbar e.