AMED - Parêzer Fethî Gumuş, yê ku parêzertiya doza Vedat Aydin, Musa Anter, Muhsîn Melîk, Qetlîama Licêû Tahîr Elçî kir û ev 44 sale parêzere, diyar kir ku di dozên ku ketiyeyê de heta niha kujer derneketine holê û ne hatine cezakirin. Gumuş, sedema vê jî wekî bi dewletê vîna ku bi kiryarên xwe re rû bi rû bibe tune ye pênase kir.
Yej ki navên girîng ên siyaseta gelê kurd û Serokê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) Vedat Aydin di sala 1191'an de ji aliyê hêzên dewletê ve ji mala wî hat girtin ûdi bin çavan de hat windakirin. Bi vê re lîsteya kiryar ne diyar a windahiyan derket holê. Heta qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bi sedan kes hatin qetilkirin û windakirin. Vala kirina gundan, şewitandin, cînayetên kiryara diyar, îşkence û pêkanîn… şahidê van hemû pêvajoyan û şopdarê van dozan ê ku hemû dema xwe li salonên dadgehê derbas dike parêzerê 44 sala Fethî Gumuş ji bo "kiryar ne diyaran" derxîne holê hemû jiyana xwe danî holê. Gumuş ku gelek caran jî ket hedefa dewletê, diyar kir ku di dozên heta niha ketiyê de kujer ne hatine dîtin û ne hatine cezakirin.
'DEWLET KUJERAN DIZANE'
Gumuş bi lêv kir ku cînayet ji aliyê saziyên dewletê ve bi awayekî rêxistinkirî hatine pêkanîn û wiha got: "Dewlet kujeran nas dike. Hêjî em ne bûne şahid ku kujerek hatiye cezakirin. Ev sûcên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin kujerên wan jî ji aliyê dewletê ve tên parastin. Dosyayên bi delîlên saxle jî me birin dadgehê lê dîsa encamek ne hat bidestxistin û ji bo bersûc ceza ne gire dewletê her tişt kir. Dîsan gelek doz jî ji cihên ku cînayet pêk hatiye rêkirin cihên dur. Piştî doz birin cihên dur ligel ku ji sedî 99 delîlên şênber hebûn jî doz ji bo wan baş bi encam dibû û hemû kujer piştre hatin xelatkirin."
17 HEZAR KES HATIN ÎNFAZKIRIN
Gumuş anî ziman ku ligel ku li ser cînayeta Tahîr Elçî re salek derbas bû jî hêjî kesek dernexistine pêşberî dadgehê û wiha pêde çû: "Dewlet ji bo kujeran dibêje 'Ez wan sucdar nabînim û wan nadarizînim' Dewlet şirîkê van kesên ku van cînayetan pêk tîne ye. piştî sala 1992'yan saziyekê li ser navê dewletê cînayet pêk dianîn. Di bin navê JÎTEM'ê û 'torosên spî' de cînayet pêk dihatin. Ez jî 3 caran birim û xwestin min bikujin. Ez bi tedbîtên min girtin rizgar bûm. Mirov ji malên wan digirtin û di bin çavan de winda dikirin. Tê hotin ku 17 hezar kes hatine qetilkirin. Ji wê rojê heta niha bi hezaran serlêdan hatin kirin, gelek dosya ketin ber demboriyê û yek bi yek hatin girtin. Dosyayên ku me birine Dadgeha Qanûna Bingehîn ligel kujer diyarin jî ceza ne hatiye dayîn. Ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve jî tû kes ne hat cezakirin û AÎHM jî bi hinceta 'Di nava demê de rê û rêbazên hiqûqê ya hundir hebû' serlêdanan red kir."
'GER KUJER DERKEVIN HOLÊ DÊ DIYAR BIBE KU DEWLET SUCDARE'
Gumuş, destnîşan kir ku ger kujer bên dîtin dê dewlet bikeve rewşa sûcdariyê de û wiha axivî: "Ji ber wê dewletê her tim kesên cînayetên kiryara ne diyar pêk anîn parast. Ger darizandin hebûya dê kujer derbiketina holê. Lê dewlet naxwaze vê bike.
Gumuş anî ziman ku dozên wekî Şirnex, Mêrdîn, Amed yên JÎTEM'ê, Lîcê û Cemal Temîzoz'ê li gel îtîrafên kujeran ji aliyê dadgehan bêceza encam bû û wiha berdewam kir: "Bi mudaxaleya dewletê hemû jî îtîrafên xwe paş ve kêşandin. Yek bi yek gotin, kî kuştine, çawa kuştine û li ku bin ax kirine vegotin. Îtîrafkarên ji PKK'ê hatine jî îfade dan. Dema cezakirina kujeran hat, dewlet mudaxale kir û doz hemû birin bajarên ji derveyê Kurdistanê."
FETHÎ GUMUŞ KIYE?
Gumuş yek ji parêzerên ku parêzertiya kesên bûne mexdûrê darbeya 12'yê Îlona 1980 ên di Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê de mane. Di salên 90'î de li herêm û Amedê dosyayên "kiryar nediyar" şopand. Parêzertiya dozên Musa Anter, Vedat Aydin, Muhsîn Melîk, JÎTEM û Qetlîama Licê kir. Gumuş ku navê wî di lîsteya kesên ku dê ji aliyê JÎTEM'ê ve bên kuştine de hebû, di sala 1987'an de li Komeleya Mafê Mirovan a Amedê de dest bi xebatê kir. Gumuş, di navbera salên 1990 û 1994 Serokatiya Baroya Amedê kir.
Ozgur Paksoy - dîhaber