Demîrtaş di kontrola tenduristiyê re derbas bû

EDÎRNE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş, piştî hefteya borî nexweşiya dil derbas kir, şevê din di bin tedbîrên mezin de ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê birin Fakulteya Tipê ya Trakya û di kontrola nexweşxaneyê re derbas kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş ku di 4’ê Mijdarê de hat girtin,
Hefteya borî li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê nexweşiya dil derbas kiribû. Piştî bertekên civakê şevê din saet di 22.00’an de ji girtîgehê birin nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê. Demîrtaş li beşa Kardiyoloji di muayineya dil a kronerê re derbas kirin û piştî kontrola tenduristiyê kirin dîsa birin girtîgehê.