Bi destekê muzîk lêdixe, destê din germ dike

WAN - Zaroka biçûk Fatma ya ji Helebê li Wanê di bin hewaya sar li ser kolanekê bi destêkê muzîk lê dixe û hewl dide pere qezenc bike destê din jî dixe berîka xwe û hewl dide germ bike.

Zaroka bi navê Fatma Abdullah a 10 salî ya ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji bajarê Helebê bi malbata xwe re koçî Wanê kirine, di sermaya zivistanê de li kolanê muzîk lê dixe û hewl dide pere qezenc bike. Fatma ku li ser kolana Maraşê derdikeve pêşiya me diyar kir ku her roj heta saetên direngiya şevê muzîkê lê dixe.

Fatma, anî ziman ku ew bi muzîka ku li dibistanê fêrbûye ji bo piştgirî bide malbata xwe ya ji 6 kesan pêk tê bike, bi pereyê ku welatiyên li ser kolanê re diçin didin wê hinek pêdiviyên malbata xwe bi cih tîne. Fatma ku li ser kolanê bi muzîka xwe bala her kesê dikişîne, destê xwe yên ji ber sermayê direcifin bi dorê dixe berîka xwe û hewl dide destên xwe germ bike.