AMED - Qeyûm piştî tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, di destpekê de hemû alîkariya bi penaberên êzîdî re qut kir. Piştî rayedarên Serokwezîriyê hatin kamp ziyaret kirin jî dixwazin wan li kampa AFAD'ê bi cih bikin.
Êzdiyên Şengalê piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê di sala 2014'an de ji cih û warên xwe koç bûn. Hin ji wan çûn Sîlopya, hin ji wan çûn Ewropa û hin ji wan hatin Amedê. Nêzî 6 hezar êzîdiyên hatin Amedê ji aliyê Şaredariya Yenîşehîr a DBP'ê ve hat hembêzkirin. Şaredariya Yenîşehîrê li qada Fîdanlik a şaredariyê ew bi cih kirin û kamp ji wan re ava kir. Welatiyên êzîdî ku di destpêkê de nêzî 6 hezar bûn, piştî rayedarên dewletê li ser wan tirs ava kir û Şengal Rizgar bû, hin ji wan çûn Şengalê hin jî koçî Ewropa bûn. Hêjmara êzidiyan ji 6 hezaran daket hezar û 200 kesan. Êzidiyên li vê kampê man, alîkariya berê Şaredariya DBP'î bi wan re dikir, piştî biryarên KHK'ê û tayînkirina qeyûmê alîkarî ji ser wan hat qutkirin.
KOMELE GIRTIN ALÎKARÎ JÎ QUT BÛ
Berê Komeleya Rojava hemû alîkariya pêdiviyên jiyanê bi penaberên êzîdî re dikir, piştî komeleya Rojava bi biryarên KHK'ê hatin girtin, alîkarî jî ji ser penaberan hat qutkirin. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin Yenîşehîr û Sûrê hat kirin, hemû alîkariya bi penaberan re hat qutkirin. Qeyûm bi vê yekê jî nehat ser niha dixwaze wan koçî kampa AFAD'ê bike. Rojên borî rayedarên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetan (AFAD) kampa êzîdiyan ziyaret kir û bi wan re civîn pêk anî. Êzîdiyên kampê diyar kirin ku rayedarên AFAD'ê di civînê de ji wan re gotiye "Li vir rewşa we nebaş e. Em dê vir bigirin û we bibin kampê AFAD'ê" Êzidiyên kampê diyar kirin ku ew li dijî vê yekê derketine, diyar kirine ku 3 salin li vir in û hêj nasname nedane wan. Êzidiyan anîn ziman ku rayedaran jî gotiye "Ger hûn bên kampa AFAD'ê dê nasname bidin we." û xwestine koçî kampên AFAD'ê bikin.
Êzidiyên kampa Fidanlikê diyar kirin ku xizmên wan ên li Kampa AFAD'ê ya Mîdyatê hene û ew dizanin ku hemû mafên penaberên li kampa AFAD'e tê bkinpêkirin û bi fikar in.
Êzidiyan anîn ziman ku roja înê Cejna wan li kampê heye. Êzidiyan, da zanîn ku piştî Roja Êzidiyan a 3 rojan roja înê cejna wan e û ji ber 3 salin ji Şengalê dûr dijîn cejna wan di nava şînê de derbas dibe. Şeniyê kampê yê êzîdî Kûre Ali (65), anî ziman ku ew nikarin li kampa AFAD'ê bijîn û ew ji ber vê yekê bi fikar in. Alî anî ziman ku ew naxwazin biçin AFAD'ê û li vir aramtir in.
Êzdiyên din ên ku nexwestin navê xwe bidin jî anîn ziman ku ew naxwazin biçim kampa AFAD'ê û razîne ku li vri bijîn.