Bi mohrekê qûtê 450 malbatan qut bû

WAN - Komeleya Debara Domdar û Têkoşîna Bi Xizaniyê re ya Wanê (VAN-DER), ku bi armanca çareseriya bingehîn li dijî xizaniyê dest bi xebatê kir, di nava 370 komeleyên hatin mohrkirin de hat mohrkirin. Bi mohrkirina VAN-DER'ê re qutê 450 malbatên xizan hat qutkirin.

Wezîre Karên Hundir der barê 370 komeleyan de biryara girtinê da û piştre komele yek bi yek hatin mohrkirin. Yek ji van komeleyên hatin girtin û mohrkirin jî Komeleya Debara Domdar û Têkoşîna Bi Xizaniyê re ya Wanê (VAN-DER) ye. VAN-DER li dijî komeleyên din ên alîkariyê li qadê lêkolîn dikir û li gorî pêdiviyên civakî, aborî, tenduristî û jiyanî bi mirov û malbatan re alîkarî dikir. VAN-DER'ê piştgiriya alîkariyê dida 450 malbatên xizan. Lê piştî VAN-DER hat mohrkirin hemû malbat ji xizmeta alîkariyê bêpar hatin hiştin. VAN-DER ku ji pêkhatiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, VATSO, Baroya Wanê, VATBO, ESOB, OSB, Odeya Zîraetê ya Wanê, KESK, DİSK, ÎHD, GOÇDER, MAZLUMDER û Konseya Bajar û komeleyên din pêk dihat, her meh bi rêk û pêk li gorî pêdiviyan alîkari dida malbatan. Komeleya ku di 2011'an de hat avakirin hem alîkariya aborî û derûnî da malbatên xizan û hem jî alîkarî dan malbatên ku ji cih û warên xwe koçber bûne û di nava şertên xerab de dijîn.

PERWERDE DA ZAROKÊN MALBATÊN XIZAN

Komeleyê hem alîkariya aborî da malbatan û hem jî li gorî daxwaza malbatan alîkariya perwerdehiyê zarokên malbatên xizan. Ji bilî alîkariya xwarin, û zexîre, alîkariya alavên paqiijiyê jî da malbatan. Komeleyê ji bo malbatên xizan Banka Zexîreyan ava kiribû û bi riya Banka Zexîreyan alîkariya qût li malbatan belav dikir. Komeleyê dema alîkarîya malbatan ya perwerde, tenduristî, zexîre û pêdiviyên jiyanê kir, lêkolîn kir û bi şertê ku li ser navê wan mal, maşîne, zevî û mal û milkê zêde tune be alîkarî kir.

Serokê VAN-DER'ê Mehmet Emin Îlhan, diyar kir ku bi girtina komeleyê alîkariya bi malbatên xizan re hatiye girtin û wiha got: "Mohra li deriyê komeleyê hat xistin di heman demê de li rêya alîkariya 450 malbatên xizan hatiye xistin. Niha bi 50 hezar TL malzemeyên alîkariyê ku diviya bû bigêje malbatan hat hatiye mohrkirin. Di bin mohr û kîlîtê de zexîreyên wekî hêk, salçe û zexîreyên xera bibin hatiye hiştin. Îhan, destnîşan kir ku wan bi piranî bi malbatên ku qet hatina wan û milkê wan tune û ji ber şer ji warên xwe bi zorê koçber bûne re alîkarî kir û wiha axivî: "Bêtir me bi mirovên ku warên wan hatin xerakirin û ji ber şer koçber bûn û êdî di şertên giran de dijîn alîkarî kir. Li şûna dewletê alîkarî bikiraya me alîkarî kir. Me par û berpirsiyariya dewletê da ser xwe û me barê dewletê sivik kır. Girtina komeleyê li dijî mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê ye. Bi girtina komeleyê alîkarî ji ser 450 malbatan hat qutkirin. 450 malbat mexdûr bûn. Ev xizmeta kaosê dike.