Îdîaya di dema sewqa girtîgehê de îşkence: Perdeya guhê girtî teqiya

ÎZMÎR - Hat diyarkirin ku girtiyê bi navê Îsmaîl Taş dema ji Girtîgaha Tîpa F a Kandirayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê hat kirin rastî êrîşa gardiyanan hat û perdeya guhê wî teqiya ye.

Piştî OHAL'ê li girtîgehan binpêkirinên mafan û îşkence zêde bûne û her roj yek lê zêde dibe. Derket holê ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyê, Girtîgeha Tîpa L a Balikseîr Kepsut û Girtîgeha Tîpa T aBandirmayê dimînin rastî lêgerîna tazî û îşkenceyê tên. Parêzer Muzlum Demîrbaş ê k udi 2'yê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anî, parêzer Şukran Ozturk a di 8'ê Kanûnê de bi muwekîlên xwe re li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîr Kepsut û Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê dimînin diyar kirin ku li girtîgehan binpêkirinên mafan û pêkanînên xirap ên li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin.


'GARDIYANAN CILÊN LEŞKERAN LI XWE KIRIN'

Demîrbag, da zanîn ku 15 girtî ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale sewqî Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyê hatine kirin û wiha got: "Gardiyanên girtîgehê cilên leşkeran li xwe kirin û girtiyên siyasî derp kirine. Bi zorê lêgerîna tazî li ser girtiyan tê ferzkirin. Ji ber girtî lêgerîna tazî qebûl nakin bi zorê cilên wan ji wan tên kirin. Di dema tazîkirina bi zorê de girtî hatine derpkirin. Serê girtiyên destên wan paşvekirî hatine kelepçekirin li betonê xistine. Lingên xwe danîne ser girtiyan û girtî derpkirine."

ÎŞKENCE REWA BÛYE

Demîrbag, bi lêv kir ku piştî girtî hatin derpkirin li şûna bibin nexweşxaneyê birine kawişên wan û wiha pêde çû: "Me derbarê îşkenceyê de pêvajoya hiqûqî daye despêkirin. Îşkence bi OHAL'ê re rewatir bûye. Em ji vir bang li Wezareta Dadê û Midûrên Giştî yên Girtîgehan dikin ku dernekevin derveyî hiqûqê."

'PERIKA GUH TEQIYA'

Parêzer Şukran Ozturk, diyar kir ku girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê tên kirin di dema lêgerîna tazî de tên derpkirin û wiha got: "Di dema derpkirinê de perika guhê girtiyekê teqiyaye. Bişîjkan rapora 'beriya niha teqiya ye' dane. Di dema lêgerîna tazî de gardiyanan çêr û heqaret li girtiyan kiriye. Girtiyê bi navê Îdrîs Başaran ê nexweşiyên wekî fitiqa pişt-stû, epîlepsî, guatir, astim, Koah, îltîhaba gurçikan pêre heye nikare di girtîgehê de bimîne û girtiyên nexweş sweqî nexweşxaneyan nayên kirin. Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê li dijî legerîna tazî derketine rastî cezayê werzîş û ragihandinê hatine."

'GIRTÎ LI ERDÊ RADIKEVIN'

Ozturk, da xuyakirin ku ji ber kawişên Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê tejîne girtî nikarin birihetî tevbigerin û wiha axivî: "Xwarin têr û cihên razanê ji girtiyan re nayê dayîn. Gelek girtî mecbur dimînin li erdê rakevin. Betaniye nadin girtiyên ji be sirgûnê hatine. Ligel zivistana sar girtî li ser betonê radikevin."