Li YTU 7 akademîsyen hatin girtin

STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Cemaeta Gulen de li YTU'yê ji 22 kes hatin binçavkirin, 5 jê profesor 7 jê akademîsyen bi sucdariya "endamê rêxistina terorê ya bi çekin" hatin girtin.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve derbarê saziyên akademîk ên Cemaeta Gulen de, di çarçoveya lêpirsîna li Zanîngeha Yildiz Teknîk (YTU) de hatiye destpêkirin 22 kesên ku 5 ji wan profesor 7 jê akademîsyenin hatine binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin bi sucdariya "endamên rêxistina terorê ya bi çekin" hatin girtin.

Dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara serbest berdana 32 kesan dabû. Derbarê kesên hatin berdan de di çarçoveya şertê kontrola edlî de derketina wan a derveyî welat hat qedexekirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku li dijî saziy akademîk YTU ya Cemaeta Gulen vekirine de 103 endamên perwerdehiyê di 18'ê Mijdarê de biryara girtina wan hatibû dayîn û 70 kes hatibûn binçavkirin.