ÎHD: Parlamenter û hevşaredar di bin tercîdê dene

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan rapora têkildarî hevdîtinên bi Hevserokên Giştî, parlementerên HDP’ê û şaredarên DBP’ê re li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi civîna çapemeniyê aşkera kir. Turkdogan, anî ziman ku siyasetmedar di bin tecrîdê de dijîn û destê Ahmet Turk kelepçe dikin û dibin kontrolê.

Heyeta ÎHD’ê li Girtîgeha Kandirayê Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Ferhat Encû, Gultan Kişanak, Nurhayat Altun, Ayla Akat Ata û Edîbe Şahîn, li
Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş û Abdullah Zeydan û li Girtîgeha Silivrîyê jî Ahmet Turk, Sebahat Tuncel, Bekîr Kaya, Nursel Aydoga, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak û Nîhat Akdogan ziyaret kirin. Heyeta ÎHD'ê piştî ziyaretan rapor amade kir. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora ziyareta hevdîtinên li girtîgehan li Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi civîna çapemeniyê aşkera kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da. Turkdogan diyar kir ku wan di girtîgehên cûda de hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDP’ê û şaredar ziyaret kirin.

YUKSEKDAG BI TENÊ DI ODEYEKÊ DE DIMÎNE

Turkdogan da zanîn ku wan di destpêkê de Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ziyaret kir û wiha got: “Me di destpêkê de di Girtîgeha Kandirayê de Fîgen Yuksekdag û Gulser yildirim ziyaret kir. Ziyareta me ya bi Yuksekdag û Yildirim re ji aliyê midûriyeta girtîgehê ve hat qeyîdkirin. Dema hevdîtinê Yuksekdag ji me re got ew di hûcreyek ku qapasîteya wê 3 kesin de bi tenê dimîne. Yuksekdag got ku odeya ew tê de ye pir sar e pirsgirêka germê dijî. Yuksekdag da zanîn dema ku derdikevin hewşê jî destûr nayê dayîn Gulser Yildirim bibîne."

MIDÛRIYET NAME Û FAKSAN ASTENG DIKE

Turkdogan destnîşan kir ku name û faksên ji bo parlementer û şaredaran tên astengkirin û wiha axivî: “Yên me bi wan re hevdîtin kirin diyar kirin ku faks û nameyên ji wan re tên şandin ji aliyê midûriyeta girtîgehê ve tên astengkirin. Nameyên ku digihîjin ji ber destên wan nivîsên di nameyan de tên xêzkirin. Her wiha nameyên ku ji bo parlementer û şaredaran tên ji aliyê midûriyeta girtîgehan ve tên xwendin paşê didin wan.”

‘TECRÎDA LI DIJÎ ENCÛ CÛDATIR E'

Turkdogan bal kişand ser tecrîda li ser Parlementerê Şirnexê Ferhat Encû jî û wiha got: “Rewşa herî balkêş rewşa birêz Encû ye. Encû di odeyekê de tena serê xwe dimîne û dema ku derdikeve hewa bigire tena serê xwe derdikeve û nahêlên ew tu kesê ve hevdîtinê pêk bîne. Tu mafên birêz Encû yên jiyana di girtîgehê de nadinê. Bi taybet tecrîda li dijî birêz Encû ya hemû parlementer û şaredaran cûdatir e. Girtîgeha ku Encû tê de dimîne girtîgeha jina ye lê cihek piçûk ji bo Encû veqetandin e û Encû li wir de dimîne. Birêz Encû jî ji min re got bi tu awayî nahêlên ez bi awayekî rehet jiyana xwe li wir bimeşînim û tim min di bin tecrîdê de dihêlin.”

‘DÊ HESABÊ VÊ YEKÊ BÊ PIRSÎN'

Turkdogan bal kişand ser gotinên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û got: “Birêz Kişanak bertek nîşanî gortina siyasetmedarên kurd da û got ku tayînkirina qeyûmên li dijî şaredarên me li dijî rê û rêbazên siyaseta demokratîk e û rojekê dê îxtîdar hesaba girtina şaredar û tayînkirina qeyûman bi de gelê kurd. Yên ku qeyûm tayînî şaredariyên kurd kirin îradeya gelê kurd tune hesibandin. Ev li dijî qanûnan e û yên ku ev tişt kirin û ev biryara dijmirovî dan dê teqez hesabê bidin.”

‘HEMÛ HEVDÎTIN QEYD KIRIN'

Turkdogan çavdêrdiyên xwe yên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê a bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê Colemêrgê yê HDP’ê Abdullah Zeydan re jî parve kir û wiha axivî: "Hevdîtinên me bi dîmen û deng ji aliyê midûriyeta girtîgehê ve hat qeyîtkirin. Birêz Selahattîn Demîrtaş di girtrîgehê de tena serê xwe di odeyekê de dimîne. Ji ber ku birêz Demîrtaş nexweş ê ji dil e tenê hiştina wî xeter e. Birêz Demîrtaş ji min re got min pêşniyar kir ku ez û Zeydan di odeyekê de bimînin, lê midûriyeta girtîgehê ev pêşniyara min qebûl nekir. Demîrtaş anî ziman ku dixwazin HDP’ê dûrî siyasetê bixin. Lê bila bê zanîn kul i gorî anketên dawiyê dengê HDP’ê din av bera %12-13’an de ye. Demîrtaş herî dawî ji min re got ku partiya k udi parlementoyê de ya 3’yemîn zêde deng wergirtî HDP ye. Girtina min û hevalên min dijdemokrasî ye. Ev yek cûdahiya ku AK Partî dixe nava siyaset û parlementeran e. Lê bila her kes bizanibe ku em ê heta dawiya hem derve hem jî di girtîgehan de siyaseta azadiya gelan bidomînin û em ê aştiyek mayîn de bînin vî welatî. bIrêz Zeydan jî heman tişt gotin û ew jî tena serê xwe di odeyekê de di bin tecrîdê de tê girtin. Wî jî ji min re got daxwaza min ew e ku ez bi birêz Demîrtaş re di odeyekê de bimînim lê ev daxwaz me nehatiye qebûlkirin.”

‘DESTÊ TURK KELEPÇE DIKIN Û DIBIN KONTROLÊ'

Turkdogan destnîşan kir ku wî di Girtîgeha Tîpa F ya Silîvriyê de Ahmet Turk û Bekîr Kaya re hevdîtin pêk anî ye û wiha axivî: “Birêz Turk û Kaya di odeyekê de bi hev re dimînin. Temenê birêz Turk 74 e. Dilê birêz Turk bi pîlê dixebite û divê demildest qontrola birêz Turk bê kirin. Birêz Turk ani ziman ku dema ew birin qontrolê destên wî kelepçe dikin. Dema ku destên wî kelepçe dikin dibin qontrolê ew bertek nîşanî vê helwestê dide û naxwaze biçe rewîr ê. Ev li dijî mafê mirovahiyê ên neteweyî û gerdûnî ne. Brêz Nîhat Akdogan jî ji ber ku nexweşiya wî ya guhan he ye dibêje ez astengiyan dikişînim û nikarim razêm.”

‘CÛDAHIYÊN MEZIN HENE’

Turkdogan destnîşan kir ku li dijî siyasetmedarên kurd cudahiyek mezin heye û got: "Bila bê zanîn ku siyasetmedarên kurd ên girtî vîna milyonan kesan in. Îradeya milyonan kesê ji aliyê hikûmetê ve hatiye gaspkirin. Ev yek li dijî rêbazên hiqûqqa rasteqîn e û divê demildest siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. HDP ji bo aştiyek mayînde şansekî pir mezin e. Divê hikûmet vê şensê bernede. Mafê siyasetmedaran di parlementoyê de meşandina siyaseta demokratîk e.”