HRW: Hikûmetê dengê çapemeniya serbixwe qut kir

STENBOL - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, rapora “Bêdengkirina Çapemeniya Tirkiye” ku ji 71 rûpelan pêk dihat bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku hikûmetê dengê hemû çapemeniya serbixwe qut kiriye.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), rapora ku ji 71 rûpelan pek dihat a bi ser navê “Bêdengkirina Çapemeniya Tirkiye: Êrîşên li dijî Rojnamegeriya ku hikûmete rexne dike kûr dibin” bi raya giştî re parve kir.
Di rapora HRW’ê de hat diyarkirin ku rojnamegerî li ser “Sucdariyên Terorê” yên sexte û bi îdîayên “Heqaret li peyvirdarê dewletê” digirin û li girtîgehê rastî astengiyan tên. Di raporê de cih da zextên fîzîkî yên li ser rojnamegeran, binçavkirin, girtin, ji kar avêtin, desteserkirina alav û amûrên çapemeniyê, destûrnedayîna şopandina nûçeyan û cezayên li rojnamegeran tên birîn.

‘169 SAZIYÊN MEDYA HATIN GIRTIN’

HRW, di berdewama rapora xwe de cih da daxuyaniyên Direktorê Evropa û Asya Navîn Hugh Williamson û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê û Serokomar li ser tevahiya welat zextan dimeşîne û dixwaze çapemeniya welat bêdeng bike. Armanca vê yekê dixwaze cemaweriyê ji agahiyan bê par bihêle. Williamson di çavdêriyên xwe de diyar kir ku di serdema OHAL’ê de 148 rojnameger hatin girtin û 169 saziyên çapemeniyê hatin mohrkirin û girtin.”

‘DARAZ PERGALA ZEXTAN E’

HRW, destnîşan kir ku hikûmetê pieştî darbeya Tîrmehê êdî daraz kiriye qada zextan û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hemû sazî û dezgehên çepemeniyê dixe bin zextan. HRW’ê da zanîn ku çapemeniya kurd û Rojnameya Cumhuriyetê di bin zextên darazê dene û dixwaze bi riya darazê wan bêdeng bike.

HRW’ê da zanîn ku piştî bi 61 rojnameger, editor, parêzer û siyasetmedaran re hevdîtin kirin û şûnde rapor amade kirin.

Di raporê de hat zanîn ku ji ber zextan neçar dimînin ku berê xwe bindin dervê welêt û wiha got: “Mînak Rojnameger û Qunciknivîsê Kadrî Gursel û Nûçeegîhanê Zamanê yê berê Hanim Buşra Erdal piştî ji dervê welat hatin hatin girtin. Rojnameger Asli Erdogan, Necmiye Alpay û Ahmet Altan hêj girtî ne.

HRW’ê xwest DYA, YE û Konseya Ewropa zextan li ser Tirkiye bikin da ku Tirkiye dawî li van zext û zordariyên li ser çapemeniyê bîne.