AMED - Li Amedê balefira F-16 a kat yan jî hat xistin lê hêjî derbarê bûyerê daxuyaniyek fermî ne hatiye dayî. Şahidên bûyerê diyar kirin ku dema balefir dihat xwarê dengê çekan hat û piştî wê balefir li hewayê parçe bû û ket.
Balefira şer F-16 a ji 8'emîn Jeta Navendî ya girêdayî 2'yemîn Fermandariya Hêzên Hewayê ya Taktîkê ya Amedê ku di 12'yê Kanûnê de rabû, di dema dihat xwarê saet di 19.30'an de 2 kîlometre li durî balefirgehê ket nava zeviyên di navbera gundên Çarikli û Yeşîldere yên Sûrê. Di deqeyên destpêkê de hat diyarkirin ku balefir hatiye xistin lê piştre artêşa Tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku balefira F-16 ketiye, pîlot bi saxî rizgar bûye û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Lê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (HPG) duh daxuyaniyek da û îdîakir ku balefira F-16 ji aliyê yekîneyên wan ve "bi rêbazên taybet" hatiye xistin. Vegotinên gundiyên li herêma ku enqaza balefirê tê rakirin îdîayên xistina balefirê piştrast dike. Herêma ku 3 roje dibin dorpêça leşkeran de ye destûr nayê dayîn ku kesek bikeve herêmê û derkeve. Li herêma ku niha dorpêç hinek rabûye havalên me ketin herêmê û parçeyên aîdî balefirê li nava zeviyan de dîtin. Parçeyên ku belavî qada ku kîlometreyeke bûne ji bo rakirina wan xebat didomin.
'BERIYA BIKEVE DENGÊ ÇEKAN HAT'
Jinek ku li gundê Yeşîldereyê dimîne û nexwest navê xwe bide agahiyên balkêş dan. Şahida bûyerê diyar kri ku dema ketina balfirê li ser balkona xwe cil berhev dikirin û wiha got: "Beriya balefir bikeve dengê çekan hat. Balefir nizim difiriya. Piştre dûvika balefirê agir pê ket. Dema li hewayê bû, bû du perçe. Bi dengek mezin 200 metre durî mala me ket. Mal hejiyan."
DI BALEFIRÊ DE 2 PÎLOT HEBÛN
Gundiyek din heman tişt îdîakirin. Şahidê bûyerê bilêv kir ku beriya balefir bikeve dengê çekan hat wan û wiha pêde çû: "Dengê çekan pir dihat. Piştre me dengê teqînê bihîst. Dema me deng bihîst em kertekin derve. Du kes yek jin yek zilan xwe ji balefirê avêtin û bi saxî rizgar bûn. Pîlota jin ket nêzî gundê Çarilkiyê. Gundiyên li wê derê ew rizgar kirin. Pîlotê zilam jî ket cihê bi dar ê gundê me. Em çûn cem çek kişand me û got 'nêzî min nebin' got wî agahî daye polîsan. Dîsan got 'heta polîs tên nêzî min nebin' gelek tirsiya bû û di nava panîkê de bû."
Welatiyek din jî da xuyakirin ku 15 deqîqe piştî ketina balefirê 70 wesayîtên zirxî û bi sedan polîs û leşker hatin gundê wan û wiha axivî: "Gund hat dorpêçkirin. Qada balefir ketiyê jî hat dorpêçkirin. Helîkopter heta serê sibê li derdora gund û herêmê geriya. 3 rojan cihê enkaz lê û ketin û derketina gund hta girtin. Şevê heta serê sibê lêgerîn pêk anîn. Hêjî enkaza balefirê kom dikin."