Der barê 55 xwendekarî de lêpirsîna Roboskiyê

HATAY – Ji ber bîranîna Roboskiyê ya di 2015’an de li MKU’yê hat lidarxistin, Serdozgeriya Komarê ya Hatayê der barê 55 xwendekarî de lêpirsîn da destpêkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Mûstafa Kemelê (MKU) ya Hatayê, di 2015’an de bi munasebeta salvegera Komkujiya Roboskiyê bernameyeke bîranînê lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de bi sedan xwendekarî dirûşmeyên wek “Wê hesabê Roboskiyê bê pirsîn”, “Roboskî remza zilma qirnekê ye” û “Roboskiyê ji bîr neke, nede jibîrkirin” berz kirin û meşek li dar xistin. Piştî bernameya bîranînê, Lijneya Dîsîplînê ya Rektoriya MKU’yê der barê 55 xwendekarî de lêpirsîn da destpêkirin û her wiha der barê 50’î xwendekarî de cezayê şermezarkirinê, der barê 3 xwendekaran de mehek û 2 xwendakaran de jî serdemek cezayê dûrxistinê da.

Her çiqas di ser bernameya bîranînê de 11 meh derbas bûbin jî, vê carê Serdozgeriya Komarê ya Hatayê jî der barê xwendekaran de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadedayînê gazî xwendekaran hat kirin, lê belê bi awayekî nivîskî tu teblîxat ji bo xwendekaran nehatiye şandin.

Di çarçoveya lêpirsînê de, xwendekar ji bo îfadedayînê çûn û di dema îfadedayînê de ji xwendekaran hat pirsîn ku, mebesta wan î ji çalakiya bîranînê çi bû. Tê payîn ku dê di rojên pêş de der barê 55 xwendekarî de îddianame bê amadekirin.