4 rojnameger derketin pêşberî dadger

STENBOL - Bi hinceta tevlî kampanyaya "Nobedariya gerînendetiya giştî" ya ji bo alîkariyê ji aliYê rojnameya Ozgur Gundemê ve hatiye destpêkirin doz hatibû vekirin û 4 rojnameger derketin pêşberî dadgehê.

Akademîsyen Beyza Ustun, rojnameger Ragip Duran, Murat Çelîkkan ên Midûrê Karê Nîvîsan Înan Kizilkaya yê rojnameyê yên ku bi hinceta tevlî kampanyaya "Nobeta Gerînedetiya Giştî" ya rojnameya Ozgur Gundemê ku bi biryarnameya KHK'ê hat girtin derbarê wan de doz hatibû vekirin û 4 rojnameger derketin pêşberî dadgehê. Di sê rûniştinên dozê yên li 13'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglarê hat dîtin de, gelek kes û Kizilkaya tevlî bûn. Di runiştina doza ku Duran û Kizilkaya têde dihat darizandin de piştî zabitayên berê hatin xwedin, heyeta dadgehê der barê bersûcdan de biryar da ku ger îfade dabin carek din pêwist nake bên îfadeyê û doz taloqî 14'ê Sibata 2017'an kir.

Di rûniştinan doza ku ronameger Çelîkkan û Kizilkaya têde tên darizandin de, aliyên îdîayan ji bo mutalayê pêşkêş bikin dem xwest. Li ser vê heyeta dadgehê navberek din dan rûniştinê û piştre doz taloqî 14'ê Sibata 2017'an kir.

Di rûniştina doza Ustun û Kizilkaya de jî aliyê îdîayan ji bo mutalayê pêşkêş bikin dem xwest. Heyeta dadgehê ya ku navber da rûniştinê doz taloqî 16'ê Sibata 2017'an kir.