DMME’ê ji Tirkiye têkildarî Cizîr û Sûrê parastina nivîskî xwest

STENBOL - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), têkildarî 34 hezar serlêdanên Cizîr û Sûrê bi armanca hikûmeta AKP’ê bibersivîne parastina nivîskî xwest.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), têkildarî qedexeyên derketina kolanan ên ji tebaxa sala 2015’an dest pê kir û hêj didomin û serlêdanên 34 hezar mirovan ji tirkiye parastina nivîskî xwest. DMME’ê diyar kir ku ji serlêdanên hatine kirin hin ji wan nayên qebûlkirin û li ser esasê serlêdanê dê di demên pêş de biryarê bide. DMME’ê di daxwaza parastinê de diyar kir ku dê piştî biryarê encamê ji tirkiye re ragihînin. DMME'ê da zanîn ku di serlêdan û giliyan de kuştin, binpêkirina mafên jiyanê û dijhiqûqî heye. Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û demek dirêj di bin qedexeyê de mane. DMME'ê da zanîn ku tedbîra parastina jiyanê nehatiye girtin, welati rastî muameleya xerab hatiye û di malê xwe de hatine hepskirin. DMME’ê bibirxist ku serlêdan û gilî li gorî xala 2’emîn a mafê jiyanê ya Peymana Mafên mirovan a Ewrpa (PMME), xala 3’emîn a qedexeya îşkenceyê û xala 5’an a mafê azadî û ewlehiyê hatiye îhlalkirin. DMME’ê da zanîn ku di serlêdanan de dîsa hatiye gilîkirin ku nûnerên zagonî û fermî hatine binçavkirin û girtin mafê wan ê bijartin û hilbijartinê ji destê wan hatiye girtin. Hat diyarkirin ku xala 39’an a Rêziknameya Hundir a Hikûmetê hatiye îhlalkirin û xala 34’an a DMME’ê hatiye îhlalkirin. DMME’ê da zanîn ku ji aliyê walî û qeymeqaman ve li bajar û navçeyan qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin û biryara tedbîra der barê 160 kesan de nehatiye girtin. DMME’ê da zanîn ku ji destpêka qedexeyan heta niha 40 kesan serî li wan dan.

DMME'ê ji Tirkiye xwest ku der barê Jêrzemînên li Cizîrê de agahiyên berfireh bidin û astengiyên li pêş serlêdanên Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwazan (OHP) Prz. Ramazan Demir de agahiyan bidin. Dîsa têkildarî serlêdana 34 hezar kesan û piştî wê girtina prz. Demîr agahî xwest.