Ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag re 6 sal ceza hat xwestin

WAN - Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de 6 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag de 6 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna derbarê axaftina Yuksekdag a 28'ê Cotmeha 2015'an di vekirina parkê de kiriye de temam kir. Dî îdîanameya ku ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin de ji ber ku Yuksekdag di vekirina parkê de axiviye bi îdîayên "propagandaya rêxistinê kiriye" û "Bûye muxalefeta qanûna derbarê hukmên hilbijêr û hilbijatinê" 6 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.