WAN - Ketina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku walî Îbrahîm Taşyapan wekî qeyûm hatiye tayînkirin vegeriyaye zilmê. Toqeyên hesin ên jinan tên derxistin, saetên zilaman ji destê wan dikin û wiha dihêlin bikevin şaredariyê.
Lêgerînên ketina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku walî Îbrahîm Taşyapan wekî qeyûm hatiye tayînkirin ji bo welatî û xebatkarên şaredariyê vegeriyaye zilmê. Li ber deriyê avahiya ku bi bariyerên hesin hatine girtin bi dehan wesayîtên zirxî, TOMA û polîs hatine bicihkirin û welatî û xebatkarên ku dixwazin bi kevin şaredariyê bi deqeyan di lêgerînan re tên derbaskirin.
QOTEYAN HÊSIN TÊN DERXISTIN
Bi sedan xebatkarên şaredariyê yên di saetên sibê de dixwazin bikevein avahiyê, piştî bi saetan li ber deriyê derve tên hiştin, di lêgerînên hur re derbas dibin. Toqeyên hesin ên jinan tên derxistin, saetên zilaman ji destê wan dikin û wiha dihêlin bikevin şaredariyê.