Ji bo rakirina OHAL'ê dest bi kampanya îmzeyan kirin

ÎZMÎR - Koordînasyona Bajar a Îzmirê ya HDK’ê bi armanca OHAL bi dawî bibe, bi silogana “Êdî bes e, Bila OHAL rabe” li dijî OHAL’ê starta kampanya îmzeyan dan.

Koordînasyona Bajar a Îzmirê ya Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) bi armanca dawî li pêkanînên OHAL’ê ku di 20’ê Tîrmehê de hat îlankirin û pişti 3 mehan carek din hat dirêjkirin , ji bo OHAL bi dawî bibe kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Koordînasyonê bi silogana “Êdî bes e, bila OHAL rabe” dest bi kampanya îmzeyan kirin. Starta kampanya îmzeyan li Şaxa Hêjmar 1 a Egîtîm Sen’ê ya Îzmirê bi daxuyaniyê hat dayîn. Li salonê pankarta “Em destûr nadin pergala Serokdewletîe û diktatoriyê. Bila OHAL bi dawî bibe” vekirin. Li ser navê koordînasyonê Endamê Meclîsa HDK’ê ya Îzmirê Hakan Çalişkan daxuyanî da û diyar kir ku dewletê li dijî gel şer daye destpêkirin.
Çalişkan, anî ziman ku ji 20’ê Tîrmehê heta niha OHAL hatiye îlankirin û bi biryarên KHK’e li dijî hemû sazî û dezgehan şer daye destpêkirin û wiha got: “Piştî vê biryarê Hevserok û hevşardar hatin girtin. 86 hezar xebatkarên cemaweriyê hatin dûrxistin. Rojnameger hatin girtin. Tacîz û tecawiz zêde bû. Ji bo aştî, demokrasî û çareseriya pirsgirêka kurd divê OHAL rabe.”