Hişyariya dê DAİŞ êrîşî gundên Elewiyan bike

EDENE - Cendirmeyan welatiyên elewiyên ereb en gundê Yumurtalika Edeneyê hişyar kirin û xwest li dijî êrîşên DAIŞ’ê hişyar tev bigerin.

Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal ya Edeneyê Şukru Şahin, diyar kir ku cendirmeyan ew hişyar kirine û piştî hatin hişyarkirin dê biçe li wan gundan lêkolîn bike. Şahîn, da zanîn ku fermandariya cendirmeyan agahî daye wan ku îxbara li dijî gundên Deveciuşagi, Hamzali, Kaldirim, Kizildam, Narlioren, Asmali, Demîrtaş, Golovasi, Kesmeburun, Kuzupınari û Sugozu yên erebên elewî pêk hatiye û wiha got: “Cendirmeyan hişyar kir ku dê li dijî van gundan DAIŞ êrîş pêk bîne. Di çarçoveya rapora Fermandariya Cendirmeyan a Edeneyê ya di 4’ê Mijdara 2016’an dehatiye amadekirin hat destnîşan kirin ku endamên DAİŞ’ê li herêmê lêkolîn û keşîf kirine. Fermandariya Cendirmeyan ji keyayan xwest têkildarî geşedanan agahî bide wan.