ŞIRNEX - Îro du roj li Şirnexê bênavber berf dibare û bêgûman berfa îsal li Şirnexê ket lê nekir. Ji ber ku bi hezaran mal hat hilweşandin û nîviya bajar ji holê hatiye rakirin ji hêla welatiya ve bêkêf hat pêşwazîkirin.
Li Şirnexê ji ber barîna berfê gelek rê hatin girtin û riya gelek gunda jî ji hatin û çûyînê re hat girtin. Bilindiya berfê li bajar gihaşt heta 40 santîmî. Dereceya cemidandinê ji 0'ê heta binya 5'a diguhere. Bêgûman berfa îsal li Şirnexê ket lê li Şirnexê nekir. Ji ber ku bi hezaran mal hat hilweşandin û nîviya bajar ji holê hat rakirin barîna berfê ji aliyê welatiya bêkêf hat pêşwevazîkirin.
BI HATINA BERFÊ TENÊ ZAROK KÊFXWEŞ BÛ
Ji ber berfa ku ev du rojin dibare dibistan ketin betlanê. Zarokan jî betlaneya dibistana kirin derfet û bi berfên lîstin, pêlîstok çêkirin û bi berfa topên lîstin. Bi sedan malbatên xaniyên wan hatine hilweşandin an jî hatine derbkirin bi derfetên xwe tamîr kiribûn berfa ku li ser kom bûbû paqij dikin. Ji ber ku Şaredarî xebatê kêm dimeşîne riyên bajar jî ji ber berfê hat girtin û ji gelek qezayan re dawetiye derdixe. Her wiha ji ber mij û dixana komurê çav çavan jî nabîne.
Li bajar barana berfê didome û tenê zarokan hatina berfê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.