Ji bo rojnameger Husnu Mahallî daxwaza girtinê

STENBOL - Ji Rojnameger Husnu Mahallî ku bi îdîaya li ser tora civakî "heqaret li mezinên dewletê kiriye" hat binçavkirin daxwaza girtinê hat kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve rojnameger Husnu Mahallî hatibû binçavkirin karên wî yên midûryeta polîsan bi dawî bûn. Mahallî ku bi îdîaya "li ser tora civakê heqaret li mezinên dewletê kiriye" hat binçavkirin, piştî di kontorla tendirûstiyê re hat derbaskirin sewqî Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat kirin. Dozgerê ku îfadeya Mahallî girt xwest Mahallî bê girtin.

Mahallî diyar kiribû ku pirsgirêkên wî yên tendirûstiyê heye. Mahallî piştî di saetên nîvro de nerihet bû rakirin beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê.