Li cîhanê mala piştevaniyê ya herî biçûk

STENBOL- Li Balatê pêjgeha herî bûçûk a cîhanê Hobît a ku 28 metrekare ye, ji bo kesên bêmal û zarokan bûye rawestgeha hêvî.

Li Semta Balatê ya Fatîha Stenbolê, Sînem û Mûrat Asilcan ên 8 meh berê avahiyeke 3 qatî kirê kirin, piştî restorekirina ji bo kesên hewcedar avahî veguherandin mala alîkariyê. Sînem û Mûrat Asilcan bi dirûşmeya “Parve bike û xelas bibe, jiyan bi parvekirinê bedew e” bi vê malê ji zarokan bigire heta bêmalan gelek kesî bextewar kirin.

Her du hevjîn, di çarçoveya vê pêşnûmayê de hemû amûrên lixwekirin û tên bikaranîn dikirin û li Mala Hobîtê ya ku navê “Hobbît Hoûse” lê kirine bi cih dikin û kesên hewcedar tên ji malê pêdiviyên xwe werdigirin. Her du hevjîn dixwazin di zivistanê deriyên Mala Hobîtê ji kesên bêmal heta zarokan û ji her kesên hewcedar re vebikin.

‘MEBESTA ME PIŞTEVANIYA JI BO ZAROKA YE’

Avakar û xebatkarê dildar ê Hobbît Hoûsê Mûrat Asilcan wiha behsa destpêkirina pêşnûmayê kir: “Ji ber me Mala Hobbîtê wek malake taştê ya biçûk sêwirandibû, me ev nav lê kir. Mebesta me ew bû ku, em dahata ji vê pêşgehê werbigirin li kesên bêmal û zarokan belav bikin. Ev 8 meh e jî, bi maliyeteke sifir em pêşnûmaya parve bike û xelas bibe pêşnûmayê didomînin. Armanca me yî sereke ew bû ku, ji bo zarokan em maleke ku her tiştê wê belaş bibe bisêwirînin.”

‘YÊ BIXWAZE DIKARE BI DILDARIYÎ BIXEBITE’

Asilcan got, di her saeta şevê de kesên hewcedar dikarin ji gardiropa li ber derî pêdiviyên xwe wergirin û diyar kir ku, di nava rojê de kesên bêmal û hewcedar dikarin li gor pêdiviya xwe xwarinê ji vir bigirin. Asilcan behsa pêdiviyên sereke yên malê jî kir û got, her kes dikare tiştên bi kêr bê bişîne û wiha axivî: “Dikarin ji bo pêjgehê zexîre bînin. Kesên bi xwazin bi dildariyî bi me re bixebitin, dikarin di her aktivîteyê de peywirê bigirin.”

‘PÊJGEHA HERÎ BIÇÛK A CÎHANÊ XWE DIGIHÎNE BI HEZARAN ZAROKÎ’

Avakara Mala Hobîtê Sînem Asilcan jî, hêvî dike ku vê mala wê û hevjînê wê bi hev re ava kiriye mezintir bibe. Asilcan wiha axivî: “Ewil pêşnûmaya me yî gardiropa vekirî heye, pirtûkxaneya me yî vekirî, mamaya vekirî û hwd. Her tişt vekirye. Çimkî, em dixwazin bi awayekî vekirî mirov qenciyaên xwe zanibin. Em li vir tenê wek pirekê ne. Mirov tên vir taştêya xwe dixwin û piştevaniya me dikin. Dahata ji vir tê, pê pêdivî tên kirîn.” Asilcan diyar kir ku, ew li avahiya herî biçûk a Balatê ne û wiha got: “Pêjgeha herî biçûk a cîhanê ye. Bi giştî her sê qatên wê 28 metrekare ye. Lê ev pêjgeh xwe digihîne bi hezaran zarokî, hêviyê vediguhezîne. Yên li vê pêjgehê bi dildariyî dixebitin.”

EV DER NE KARGEH E, MALA PIŞTEVANIYÊ YE

Ji dildarên Mala Hobîtê Ayşegul Altinkaya jî wiha got: “Ev der ne kargeheke, mala piştevaniyê ye û ez jî piraniya rojê li vir ji bo mêvanan serwîsa çayê dikim û bi vê re behsa vê derê dikim. Ez li benda her kesî me, da werin vir.” Ji dildaran

Şerafettîn Denîzliyîm jî behsa jî behsa çîroka xwe kir û got, ew 23 salan li kuçeyan bê nasname û mal jiyaye û piştî ew malbata Aslican nas dike nasnameya xwe derdixe û bi dahata Mala Hobîtê re bûye xwediyê malekê. Denîzliyîm diyar kir ku, ew li ber derî xwarinê li zarokan belav dike.

HÎNDEKAR JÎ BI DILDARIYÎ DIXEBITE
Peywirdarê Hîndekariyê Gikalp Ceylan ê li ser înternetê hay ji Mala Hobîtê çêdibe jî wiha got: “Çewisandina li ser saziyên civaka sivîl û komeleyan, girtina komeleyên pştevanî û alîkariyê rewşeke tirsnak e. Peywira ku ev der dike, a rast diviya dewleta civakî ev bikirana. Li herêmê bi taybetî jî zarokên penaber ji vir sûdê werdigirin. Ev tiştekî bi hêvî ye û ji bo zeximkirina hêviyê ez ê bixebitim.”